Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Gulana 2024an de

04 June 2024 13:33

 

Hengaw; Duşemî 3ê Hezîrana 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Gulana 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 4 jinan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Herwisa 14 çalakvanên jin hatine girtin û 17 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 13 haletên jinkujî di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî (meha Gulana 2024an) de aliyê kêm sizayê darvekirina 4 jinan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Du kes ji van jinan bi tohmeta kuştina bi zanebûn û du kesên dinê jî bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û bi îdamê hatibûne sizadan. Sala borî jî 22 jin li Îranê hatibûne darvekirin.

Navê jinên hatine darvekirin wiha ne;

1- Ferîba Mihemedzehî ji bajarê Zahidanê, bi tometa pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Kirmanê hate îdamkirin.
2-Raziye 31 salî û xelka Meşhedê, bi tometa kuştina bi qest li girtîgeha Wekîlavaya bajarê Meşhedê hate îdamkirin.
3- Perwîn Mûsewî ya 50 salî û xelka bajarê Merexê, bi tometa pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin.
4- Fatima Ebdulahî ya 27 salî ya ji bajarê Nîşabûrê, bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Nîşabûrê hate îdamkirin.

 

Girtina 15 jinan di meha Gulana 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Gulana 2024an de, aliyê kêm 14 çalakvanên jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku bernberî 10 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û nasnameya wan wiha ye:

Bokan: 1- Hetaw Ekremî 2- Sûsen Hesenzade 3- Efsane Şahî
Melekan: 4- Firengîs Fethî 5- Ekrem Koxiyan
Tehran; 6- Moteher Gûneyî
Pîranşar: 7- Sumeye Qadirpûr
Reşt: 8- Nazîla Xanîpûr
Sîrcan: 9- Meryem Mehmûdabadî
Îsfahan; 10- Sema Emoşahî
Meşhed; 11- Marziye Muimênî
Çalûs; 12- Sudabê Wehabî
Ehwaz: 13- Sipîde Reşîdî
Mehabad: 14- Zehra Nebî Azade

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana 2024an de, herî kêm 17 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ji wan 15 çalakvanên jin ên Behayî li Îsfehanê û Jîna Muderis Gurcî ya rojnamevan û çalakvana warê jinan li Sinê tev bi girtîgehê hatine sizadan.

Pêka vê raporê, ev 17 çalakvanên jinan ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 101 sal girtîgehê hatine sizadan û navê wan bi vî rengî ye:

1- Şîrîn Seîdî ji Tehranê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2- Azîta Rezwanîxah ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
3- Şu`ilê Aşûrî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4- Mojde Bahamîn a xelka Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
5- Buşra Motehêr ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
6- Sara Şekîb ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
7- Semîra Şekîb ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
8- Roya Azadxoş ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
9- Nûşîn Hêmet ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
10- Şorengîz Behamîn ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
11- Sanaz Raste ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
12- Meriyem Xursendî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
13- Fîrûze Rastînijad ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
14- Ferxûndê Rezwanpî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
15- Mojgan Pûrşefî`i Erdestanî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
16- Nesrîn Xademî Qehqerxî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
17- Zîna Muderis Gurcî ji Sinê, bi 21 sal girtîgehê hatiye sizadan.

 

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Tomarkirina 13 haletên jinkujiyê di meha Gulana 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana 2024an de, aliyê kêm 13 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku 12 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî xwe ve ji wan hevjîn, kur û birayên xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 8 jin ji aliyê mêrê xwe û 2 jin ji aliyê kurên xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve û jinek bi destê hevalê xwe yê kur û jinek jî bi destê zilamên nediyar hatine kuştin.

Pêka vê raporê, ji gelempera 13 haletên jinkujiyê, aliyê kêm 3 jin ji ber pirsgirêkên namûsî bûne, 7 jin ji ber pirsgirêgên malbatî, 1 jinek jî, ji ber pirsgirêkên madî û haletên dinê yên jinkujiyê nexuya ne.

 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 3 halet
Parêzgeha Sinê: 3 halet
Parêzgeha Îlamê: 2 halet
Parêzgeha Tehranê: 2 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 1 halet
Parêzgeha Mazenderan: 1 halet
Parêzgeha Tewrêz : 1 halet

 

 

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin