Di meha Hezîrana 2024an de aliyê kêm 11 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

01 July 2024 23:31

Hengaw; Duşemî 1ê Tîrmeha 2024an
 

Di heyama Tîrmeha 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 11 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî (Gulan) ku 67 girtî hatibûne darvekirin, 56 girtî beranberî 83.5 ji sedî kêm kiriye.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Hezîrana 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 11 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya van 11 kesan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Fars û Zencanê her yek ji wan bi 3 haletan hatine darvekirin. Di parêzgehên Yezd, Hemedan, Qezwîn, Xurasana Rezewî û Xurasana Başûr de her yek ji wan haletek darvekirina girtiyan hatiye tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji 11 girtiyên ku di meha Hezîrana 2024an de hatine darvekirin, ti kes ji wan di medyayên fermî yên Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatine belavkirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha Hezîranê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 8 halet beranberî 73 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Tohmetdar bi kuştina bi zanebûn: 3 halet
Tohmetdar bi madên hişber: 8 halet


Di vî warî de zêde bixwînin