Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Hezîrana 2024an de

04 July 2024 18:13

Hengaw; Pêncşemî 4ê Tîrmeha 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Hezîrana 2024an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jinan hatine girtin û 2 çalakvanên jinan jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 15 haletên jinkujî di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî (meha Hezîrana 2024an) de ti haleteke darvekirina jinan di Îranê de nehatiye tomarkirin.

 

Girtina 8 jinan di meha Hezîrana 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2024an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku bernberî 10 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û nasnameya wan wiha ye:

Tehran; 1- Hûra Nîkbext 2- Semîra Nicatiyan 3- Seba Azerpeyk
Reşt: 4- Hemîde Zari`î 5- Mehtab Sedra
Şîraz: 6- Tahirê Newrozî
Damxan: 7- Atifê Rengrîz
Mubarekê; 8- Meriyem Mêhrabî

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jinan

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2024an de, aliyê kêm 2 çalakvanên jinan li bajarên cuda ên Îranê li ser hev bi 8 sal girtîgehê hatine sizadan ku nasnameya wan wiha ye:

1- Atina Ferqdanî ji Tehranê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2- Meriyem Bayramî ji Tewrêzê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 15 haletên jinkujiyê di meha Hezîrana 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2024an de, aliyê kêm 15 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina wan bi tevahî ji aliyê kesên nêzî xwe ve ji wan hevjîn, kur û birayên wan bûye.

Pêka vê raporê, 12 jin ji aliyê mêrê xwe û jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek ji aliyê mamê xwe ve û jinek jî bi destê zawayê xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, ji gelempera 15 haletên jinkujiyê, aliyê kêm 3 jin ji ber pirsgirêkên namûsî bûne û 12 jin ji ber pirsgirêgên malbatî hatine kuştin.

 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Kirman: 2 halet
Parêzgeha Hormozgan: 2 halet
Parêzgeha Tehran: 2 halet
Parêzgeha Elborz: 1 halet
Parêzgeha Urmiye: 1 halet
Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet
Parêzgeha Fars: 1 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan : 1 halet
Parêzgeha Sine: 1 halet
Parêzgeha Loristan: 1 halet
Parêzgeha Qezwîn: 1 halet
Parêzgeha Gîlan: 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin