Rapora amarî ya Hengawê derbarê binpêkirina mafê kêmîneyên olî û mezhebî li Îranê di heyama 6 mehên destpêka sala 2024an de

20 July 2024 12:25

Hengaw; Şemî   20ê Tîrmeha 2024an

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama navîna sala 2024an de (6 mehên destpêka sala 2024an), aliyê kêm 4 çalakvanên Sune mezheb ên Kurd ku berê ji ber çalakiyên xwe yên mezhebî hatibûne girtin û sizayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, sizayê wan ê darvekirinê hate cîbicîkirin. Herwisa aliyê kêm 34 çalakvanên kêmîneyên olî û mezhebî li ser hev sizayê 159 sal û 11 meh girtîgeh û lêdana 148 derbên qamçiyan bi ser wan de hatiye sepandin. Herwisa di wê heyamê de aliyê kêm 65 çalakvan ji wan kêmîneyan ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya îranê ve hatine girtin.

Pêka madeya 12 a yasaya bingehîn a Îranê, ola fermî li Îranê Îslam û mezheba Ceiferî ya 12 îmamî ya û ew madeye heta hetayî ye û nayê guherîn. Tevî wê yekê, her di vê madeyê de mezhebên Îslamî yên dinê wekî Şafi`î, Malikî, Henefî, Henbelî û Zeydî bi fermî hatine naskirin û di madeya 13an de ola Zerdeşt, Cihû û Xirîstiyan wekî tenê olên kêmîne yên olî îtiraf pê hatiye kirin û piştgirî ji wan hatiye kirin. Lê ol û mezhebên dinê yên wekî Behayî û Yarsan (olek ku zêdetirî 90 ji sedî ji peyrewên wê ji welatiyên Kurd pêk hatiye) bi fermî nehatine naskirin û her bi vê sedemê ev du olane berdewam digel binpêkariyên rêkxiraweyî yên mafên wan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve rû bi rû dibin.

Cîbicîkirina sizayê darvekirina 4 çalakvanên mezheba Sune

Di heyama şeş mehên destpêka sala 2024an de, sizayê aliyê kêm çar kes ji çalakvanên Sune mezheb û Kurdên xelkê bajarê Seqiz û Mehabad ku 15 sal beriya niha ji aliyê navendên ewlehî ve hatibûne girtin û paşê di dadgeheke nedadperwerane de sizayê darvekirinê bi ser wan de hate sepandin, hate cîbicîkirin. Nasnameya wan kesan wiha ye:

1- Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di 2ê Çileya 2024an de li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
2- Ferhad Selîmî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê li rêkefta 23ê Çileya 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
3- Enwer Xizrî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, li rêkefta 1ê Gulana 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.
4- Xisrew Beşaret, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê, li 1ê Gulana 2024an, li girtîgeha Qezilhesar a bajarê Kerecê hate darvekirin.

 

Sepandina sizayê girtîgeh û lêdana qamçiyan bi ser aliyê kêm 34 kes ji çalakvanên kêmîneyên olî  û mezhebî de

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama şeş mehên destpêka sala 2024an de, aliyê kêm 34 çalakvanên kêmîneyên olî û mezhebî li Îranê, pêkahatî ji 17 jin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li ser hev sizayê 159 sal û 11 meh girtîgeh û du kes ji wan ji xeynî sizayê girtîgehê her yek ji wan sizayê lêdana 74 derbên qamçiyan bi ser wan de hatiye sepandin.

Di wê heyamê de, aliyê kêm 23 çalakvanên peyrewên ola Behayî bi 110 sal û 2 meh girtîgeh, 9 nûbawerên Xisrîstiyan bi 49 sal û 9 meh girtîgeh, 2 çalakvanên peyrewa ola Yarsan bi 2 sal girtîgeh û lêdana 148 qamçiyan û çalakvanek Sune mezheb jî bi 7 sal girtîgeh hatine sizadan ku nasnameya wan wiha ye:

Behayî

1- Faran Senayî, xelkê bajarê Bocnûrdê bi du sal û şeş meh girtîgeh ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Bocnûrdê ve hate sizadan.
2- Şayan Senayî, hevwelatiyê rûniştî yê bajarê Bocnûrdê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Bocnûrdê ve bi 2 sal û 2 meh girtîgehê hatiye sizadan.
3- Keywan Rehîmiyan, hevwelatiyê Behayî yê rûniştiyê bajarê Tehranê, ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş ya Tehranê ve bi 9 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4_ Şebnem Tebiyanian, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya bajarê Simnanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Simnanê ve bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
5_ Azîta Rezwanîxa a hevwelatiya Behayî ya xelka bajarê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
6_ Şo`ile Aşûrî, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya bajarê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
7_  Mujde Behamîn, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
8_ Boşra Moteher, welatiyê Behayî yê xelkê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizasan.
9_ Sara Şekîb, hevwelatiya Behayî  a rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîghê hatiye sizadan.
10_ Semîra Şekîb, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
11_ Roya Azadxoş, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
12- Nûşîn Hîmet, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
13-  Şorengîz Behamîn, hevwelatiya Behayî ya rùniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
14- Sanaz Raste, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
15- Meryem Xursendî, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
16- Fîrûze Rastînijad, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
17- Ferxwende Rezwanpey, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
18- Mucexîn Pûrşefî,i Erdestanî, hevwelatiyê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
19- Nesrîn Xadimî Qehqerexî, hevwelatiya Behayî ya rûniştiya Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
20- Hemîd Monzewî, hevwelatiyê Behayî yê rûniştiyê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
21- Erşiya Rohanî, hevwelatiyê Behayî yê rûniştiyê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
22- Erşiya Nebewî, hevwelatiyê Behayî yê xelkê Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
23- Peyam Welî, hevwelatiyê Behayî yê rûniştiyê bajarê Kerecê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Nûbawerên Xîristiyan

1_ Lale Saetî, nûbawera Xiristiyan, ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2_ Îsmaîl Nerîmanpûr, nûbawerê Xiristiyan ê xelkê Ehwazê, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi serokatiya dadwer Fethîniya bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
3_ Yasîn Mûsewî, nûbawerê Xiristiyan ê xelkê Îze, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi serokatiya dadwer Fethîniya bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4_ Hemîd Efzelî, nûbawerê Xiristiyan ê rûniştiyê Ehwazê, ji aliyê  dadgeh Ehwazê ve bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.
5_ Nasrulah Mûsewî, nûbawerê Xiristiyan ê xelkê Ehwazê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
6_ Bîjen Qulîzade, nûbawerê Xiristiyan ê xelkê Ehwazê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
7_ Îman Salihî, nûbawerê Xiristiyan ê xelkê Ehwazê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
8_ Zohrab Şehabî, nûbawerê Xiristiyan ê xelkê Ehwazê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Ehwazê ve bi 9 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Peyrewên ola Yarsan

1_ Pûriya Minetî, welatiyê Kurd ê peyrewê ola Yarsan û xelkê bajarê Sehne, bi salek girtîgeh û lêdana 74 qamçiyan hatiye sizadan.
2_ Şuca`i Minetî, welatiyê Kurd yê peyrewê ola Yarsan û xelkê bajarê Sehne, bi salek girtîgeh û lêdana 74 qamçiyan hatiye sizadan.

Sune mezheb

1- Mihemed Xizirnijad, çalakvanê olî yê xelkê Bokanê, ku ji aliyê Taya Sêyem ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade, bi îdamê hatibû sizadan û ew sizaye di vê dawiyê de hate redkirin û bo taya hevşêweyê wê hate vegerandin.
 2- Hesen Cengxah, çalakvanê olî yê xelkê Selmasê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamostayên Olî ya Urmiyê ve bi 7 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Binçavkirina aliyê kêm 65 çalakvanên olî û kêmîneyên mezhebî

Bi piştgirêdan bi amarên Hengawê, di navîna sala 2024an de, aliyê kêm 65 çalakvanên kêmîneyên mezhebî û olî li Îranê ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin, ku ji wan 48 kes Sune meheb, 9 Behayî, 4 nûbawerên Xiristiyan, 2 welatiyên peyrewên ola Yarsan û yek kes jî mamosteyê Şîe mezheb yê nerazî bûn.

Nasnameya hevwelatiyên binçavkirî yên Sune mezheb

Peyrewên Sune mezhebên Kurd

1- Ebdulah Azereng ji Banê 2- Nesrîn Ebdulahî ji Banê 3- Yasîn E`izemî ji Ciwanroyê 4- Umîd Xekî ji Ciwanroyê 5- Umîd Bedrî ji Ciwanroyê 6- Enûşîrwan Hûşengî ji Ciwanroyê 7- Payman Weysî ji Ciwanroyê 8- Elî Behramî ji Merîwan, 9- Îsmaîl Perçemî ji Banê 10_ Mihemed Perçemî ji Banê 11- Farûq Husênî ji Banê 12- Usame Eyazî ji Selasa Bawecanî 13 Maziyar Ehmedî ji Selasa Bawecanî 14- Şahîn Rehmanî ji Selasa Bawecanî 15- Arîn Xelxal ji Selasa Bawecanî 16- Berzan Yûsifî ji Selasa Bawecanî 17- Hesen Cengxah ji Selmasê 18- Dawûd Wesysî ji Seqizê 19- Emîr Fîrozî ji Seqiz 20- Husên Elîmuradî ji Sinê 21- Hadî Yûsifpûr ji Pîranşarê 22- Ebdulah Berzeger ji Serdeştê 23- Nebî Weysî ji Ciwanroyê 24- Metîn Mehdîzade ji Şinoyê 25- Seyîd Ehmed Ehmediyan ji Selasa Bawecanî 26- Kawe Seyîdzade ji Bokanê 28- Yûsif Mewlayî ji Bokanê 29- Dr. Îsmayîl ji Bokanê

Peyrewên Sune mezheb yên Belûç

1- Elî Heyder Alîzehî ji Zahidanê 2- Arif Mihemedîzade yê temen 18 salî û xelkê Zahidanê 3- Me`awiye Rêgî ji Mîrcawê 4- Seîd Qemberzehî ji Zahidanê 5- Umer Dastan ji Raskê 6- Nûh Kûhî ji Raskê 7- Seîd Zernema ji Raskê 8- Ebdulehed ji Raskê 9- Hadî Narûyî yê temen 17 salî û xelkê Îranşarê 10- Oweys ji Raskê 11- Refî`ûlah ji Raskê 12- Welîd ji Raskê 13- Seîd Spahî ji Çabeharê 14- Muhîbulah ji Raskê 15- Zahîd ji Raskê

Peyrewên Sune mezheb yên xelkê Xurasanê

1-  Şemsedîn Muteherî ji Xefê 2- Gulmihemed Mensûrî ji Xefê 3- Husên Ehmed Şehîdî ji Xefê 4- Fazil Muradî ji Xefê

Nasnameya hevwelatiyên binçavkirî yên Behayî

1- Meysem Moweqên ji Şehrê Kurd 2- Sirûş Eyqanî ji Şîrazê 3- Azîta Firûzî Mutleq ji Meşhedê 4- Nûşîn Misbah ji Meşhedê 5- Roya Sabit ji Şîrazê 6- Sipîde Reşîdî ji Ehwazê 7- Nazîla Xanîpûr ji Reştê 8- Wêsal Herewî ji Reştê 9- Tahîre Newrozî ji Şîrazê

Hevwelatiyên binçavkirî yên nûbawerên Xirîstiyan

1- Îman Gulzar ji Dêzfûlê 2- Lale Saetî ji Tehranê 3- Mîna Xacewî Qomî ji Tehranê 4- Ferûx Kakyî ji Kirmaşanê

Nasnameya hevwelatiyên binçavkirî yên peyrewên ola Yarsan

1- Pûriya Mînetî ji Sehnê 2- Şuca`i Mînetî ji Sehnê

Nasnameya hevwelatiyên binçavkirî yên Derwêşên Gonabadî

1- Mezahîr Heyderî ji Şarî Kurd

Peyrewên Şîe mezheb

1- Mihemedteqî Ekbernijad ji Qomê


Di vî warî de zêde bixwînin