Di Tîrmeha 2024an de aliyê kêm 55 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

02 August 2024 11:42

Hengaw; Înê 2ê Tebaxa 2024an
 

Di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 55 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî (Hezîran) ku 11 girtî hatibûne darvekirin, 44 girtî beranberî 400 ji sedî zêde kiriye.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 55 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya tevaw a 49 girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên dinê jî di halê lêkolînê de ye.

Pêka vê raporê, di heyama Tîrmeha borî de, aliyê kêm sizayê 14 girtiyên Tirk, 8 girtiyên Belûç, 6 girtiyên Kurd, 3 girtiyên Gîlek û 3 girtiyên Lor li girtîgehên Îranê bi rê ve çûye. Herwisa aliyê kêm 7 hevwelatiyên Efxanî jî li meha borî hatine darvekirin.

Di heyama meha borî de, sizayê darvekirina Kamran Şêxe yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi rê ve çû. Herwisa sizayê darvekirina aliyê kêm pênc jin li girtîgehên Bîrcend (3 kes), Şîraz û Xuremavayê her yek haletek hate cîbicîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 55 girtiyên ku di Tîrmeha 2024an de hatine darvekirin, tenê du kes di medyayên fermî yên Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 8 girtî bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re bi rê ve çû.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha borî de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 33 halet beranberî 60 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Girtiyên siyasî: 1 halet
Kuştina bi zanebûn: 20 halet
Madên hişber: 33 halet
Destdirêjiya bi zorê: 1 halet

 

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha borî de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Xurasana Başûr û Xurasana Rezewî hatine darvekirin ku her yek ji wan 8 halet in. Li girtîgehîn parêzgeha Fars 7 halet û parêzgeha Loristnê jî 5 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Parêzgehên Xurasana Başûr û Rezewî: Her yek 8 halet
Parêzgeha Fars: 7 halet
Parêzgeha Loristan: 5 halet
Parêzgeha Elborz û Tewrêz: Her yek 4 halet
Parêzgeha Hormozgan: 3 halet
Parêzgehên Kirmaşan, Gulistan, Zencan, Qezwîn, Sîstan û Belûçistan û Urmiye: Her yek 2 halet
Parêzgehên Gîlan, Mazenderan, Kehgîloye û Bûyerehmed û Qum: Her yek ji wan 1 halet


Di vî warî de zêde bixwînin