Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Tîrmeha 2024an de

05 August 2024 23:48

Hengaw; Duşemî 5ê Tebaxa 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm 5 jin di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin, 22 çalakvanên jinan hatine girtin û 5 çalakvanên jinan jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê û 2 çalakvan jî bi darvekirin hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 29 haletên jinkujî di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin ku 25 ji sedî ji wan jinkujiyan bi hêncetên namûsî hatine rûdan.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî (Tîrmeha 2024an) de aliyê kêm 5 girtiyên jin di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin. Jinek bi tohmeta kuştina bi qest û 4 jin jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin.

Sê ji wan jinên ku sizayê wan hatiye cîbicîkirin, li girtîgeha navendî ya Bîrcend, navenda parêzgeha Xurasana Başûr hatine darvekirin û îdamkirina du jinan jî li girtîgehên Xuremava û Şîrazê hatiye tomarkirin.
 

Girtina 22 jinan di Tîrmeha 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm 22 çalakvanên jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku bernberî 24 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li wê mehê ye û nasnameya wan wiha ye:

Reşt; 1- Zehra Dadres 2- Zohrê Dadres 3- Farûq Samî`iyan 4- Azadê Çavoşiyan 5- Cîlwê Cewahirî 6- Metin Yezdanî
Tehran; 7- Mojgan Selmanzadê 8- Mewlûd Sefayî 9- Perwîn Muslimî 10- Re`ina Kurkurî
Lahîcan; 11- Sara Cîhanî 12- Şiva Şahsiyah
Seqiz 13- Dilovan Şerîfî
Bokan; 14- Solmaz Hesenzade
Pîranşar; 15- Fatime Paymerd
Pawe; 16- Ferîde Weysî
Şûşter; 17- Îran Şerîfî
Gulistan; 18- Merziye Rîgî Dadresî
Fomen; 19- Nigîn Rizayî
Benderenzelî; 20- Yasemîn Heşderî
Fardîs; 21- Nahîd Bêhrûzî
Kerec; 22- Zara Îsmayîlî

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jinan

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm 5 çalakvanên jinan li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 14 sal û 8 meh girtîgehê hatine sizadan. Herwisa Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgeh yan darvekirinê hatine sizadan wiha ye:

1. Moteherê Gûnayî ji Tehranê, salek sizayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin.
2. Şerîfe Mihemedî, çalakvana Tirk a rûniştiya bajarê Reştê, sizayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin.
3. Nida Fetûhî ji Tehranê, sizayê 6 sal û 8 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
4. Dîna Qalîbaf ji Tehranê, sizayê 2 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
5. Pexşan Ezîzî, çalakvana Kurd ya xelka Mehabadê, sizayê 4 sal girtîgeh û darvekirin bi ser de hatiye sepandin.
6. Hûra Nîkbext ji Tehranê, sizayê salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 20 haletên jinkujiyê di Tîrmeha 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm 20 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina 18 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjîn, bav, hevjînê berê û zawayên xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 9 jin ji aliyê mêrê xwe ve, 3 jin ji aliyê bavê xwe ve, 6 jin pişt serê hev ji aliyê hevjînê xwe yê berê, neviyên kur, hevjînê xwîşk, kurap, kur û xwezbîniyên xwe ve û 2 jin jî bi destê kesên nenaskirî hatine kuştin.

Pêka vê raporê, ji gelempera van 20 haletên jinkujiyê, 5 halet wate 25 ji sedî bi hênceta parastina namûsê bûne û sedema kuştina 9 ji wan jinan bi pirsgirêka malbatî hatiye ragihandin. Herwisa 2 jin bi mebesta dizî, jinek ji ber arîşeya madî, jinek ji ber nakokî li ser serpereştiya zarokê, jinek ji ber redkirina pêşniyara xwazbînî û jinek jî bi sedemeke nexuya hatine kuştin.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Tehran: 6 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 3 halet
Parêzgeha Tewrêz: 2 halet
Parêzgeha Urmiye: 2 halet
Parêzgeha Xûzistan: 1 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 1 halet
Parêzgeha Gîlan: 1 halet
Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet
Parêzgeha Sine: 1 halet
Parêzgeha Îlam: 1 halet
Parêzgeha Elborz: 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin