Di heyama meha Tebaxa 2024an de 15 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

31 August 2024 21:45

Hengaw; Yekşemî 1ê Îlona 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm 15 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku %86.5 ji tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.

Pêka vê raporê, 4 kolber hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne. Esed Efrencî ji Merîwanê, Nasir Osmanî ji Rebetê, Elî Resûlî ji Mehabadê û Esed Espendar ji Serdeştê ji wan çar kolberan in ku di heyama meha borî de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 13 haletan li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 13 kolber (3 hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne) beranberî 86.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Ketin ji bilindahiyên çiya ve: 2 halet (kolberek canê xwe ji dest da û kolberek jî hate birîndarkirin) beranberî 13.5 ji sedî ji tevahiya haletan.

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: Ti haletek nehatiye tomarkirin.
Parêzgeha Sine: 13 kolber ku pêk hatine ji (3 kuştî û 10 birîndarbûyî)
Parêzgeha Urmiye: 2 kolber ku pêk hatine ji (1 kuştî û 1 birîndarbûyî)


Di vî warî de zêde bixwînin