Hatina kuştin û birîndarbûna 6 kolber di Cotmeha 2024an de

31 October 2024 23:57

Hengaw; Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 6 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin yan birîndarkirin ku 68 ji sedî ya vê haletê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanîkirin.

Pêka vê raporê, 3 kolber hatine kuştin û 3 kolberî jî hatine birîndarkirin. Tariq Nezerî ji Selasa Bawecanî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî, Husên Kemaliyan ji Pîranşarê bi lêdan û kutana hêzên leşkerî û Siyamek Husênpûr ji Serdeştê ji ber ketin ji çiya ve ji wan kolberane ne ku li meha Cotmehê hatine kuştin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 3 haletan li ser sînorê parêzgeha Urmiyê hatine tomarkirin.

 

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 4 kolber (kolberek hatiye kuştin û 3 kolber jî birîndar bûne) beranberî 67 ji sedî ji gelempera haletan.

Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet (kolberek hatiye kuştin) beranberî 16.5 ji sedî ji tevahiya haletan.

Ketin ji bilindahiyan ve: 1 halet (canê xwe ji dest daye) beranberî 16.5 ji sedî ji tevahiya haletan.

 

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 1 halet ku pêk hatiye ji ( kolberek hatiye kuştin).

Parêzgeha Sine: 2 kolber ku pêk hatine ji (2 birîndarbûyî).

Parêzgeha Urmiye: 3 kolber ku pêk hatine ji (2 kolber hatine kuştin û 1 jî birîndarbûyî) .

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin