Di meha Tebaxa 2024an de aliyê kêm 94 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

01 September 2024 22:31

Hengaw; Yekşemî 1ê Îlona 2024an

Di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 94 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî (Tîrmeh) ku 55 girtî hatibûne darvekirin, 39 girtî beranberî 71 ji sedî zêde kiriye. Herwisa 21 ji sedî girtiyên hatinî darvekirin di vê mehê de girtiyên Kurd bûne.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 94girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 77 ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 17 girtiyên dinê jî di halê lêkolînê de ye.

Pêka vê raporê, di heyama meha borî de, aliyê kêm sizayê 20 girtiyên Kurd ku beranberî 21 ji sedî ji tevahiya haletan e di meha Tebaxê de hatine darvekirin. Herwisa 12 girtiyên Tirk, 9 girtiyên Belûç, 8 girtiyên Lor li vê mehê di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin. Herwisa aliyê kêm 14 hevwelatiyên Efxanî û welatiyek Kurd ê xelkê Kerkûka Başûrê Kurdistanê jî li meha borî hatine darvekirin.

Di heyama meha borî de, sizayê darvekirina Riza Resayî yê girtiyê siyasî yê Kurd û ji peyrewên ola Yarsan ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, bi dizî ve li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin. Di meha borî de ti haletek ji darvekirina jinan û zarokan nehatiye tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 94 girtiyên ku di Tebaxa2024an de hatine darvekirin, tenê 6 kes beranberî 6.3 ji sedî di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 8 girtî bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re bi rê ve çû. Girtiyek jî li bajarê Şahrûdêdi nava girseya xelkê de hate darvekirin.

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha borî de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tohmetên madên hişber bûne ku 49 halet beranberî 52 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Girtiyên siyasî: 1 halet
Kuştina bi zanebûn: 34 halet
Madên hişber: 49 halet
Destdirêjiya bi zorê: 4 halet
Nexuya: 6 halet

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha borî de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 27 halet in. Li girtîgehîn parêzgeha Fars 7 halet û parêzgeha Tewrêzê 11 halet û Loristanê jî 7 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Parêzgeha Elborz: 27 halet
Parêzgeha Tewrêz: 13 halet
Parêzgeha Loristan: 11 halet
Parêzgeha Fars: 7 halet
Parêzgehên Yezd û Hormozgan: Her yek ji wan 5 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 4 halet
Parêzgehên Zencan, Kirman û Îsfehan: Her yek 3 halet
Parêzgehên Urmiye, Merkezî û Qezwîn: Her yek 2 halet
Parêzgehên Sine, Kirmaşan, Hemedan, Sîstan û Belûçistan, Bûşehr û Simnan: Her yek 1 halet


Di vî warî de zêde bixwînin