Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di meha Tebaxa 2024an de

05 September 2024 15:26

Hengaw;  Pêncşemî 5ê Îlona 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm 10 çalakvanên jin hatine girtin û 11 çalakvanên jin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 23 haletên jinkujî di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha Tebaxa 2024an de, ti haletek ji darvekirina jinan li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê nehatine tomarkirin.

 

Girtina 10 jin di meha Tebaxa 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm 10 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku bernberî 11 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li wê mehê ye û 6 kes ji wan çalakvanên jin, Kurd bûne.

Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:

Bokan; 1- Menîje Xoşnûd 2- Pexşan Nebîzade
Tehran; 3- Hemraz Sadiqî 4- Zehra Temedon
Kazirûn: 5- Meriyem Derîsî
Pîranşar; 6- Sireya Qeyteran
Ehwaz: 7- Mehşîd Lotfî
Giyelan: 8- Mariya Xanî
Mahabad; 9- Gelawêj Mihemedî Erşed
Pawe: 10- Firmêsk Babayî

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm 11 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 40 sal û 5 meh û 22 roj girtîgehê hatine sizadan. Pênc kes ji wan jinan Gîlek û xelkê Reştê bûne û di dosyeyek hevpar de bi girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Meriyem Mêhrabî ji bajarê Mobarekê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2- Sireya Qeyteran a xelka Pîranşarê bi 9 meh girtîgehê hatiye sizadan.
3- Anahîta Dostdar a xelka Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
4- Anahîta Hîcazî ji Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
5- Nîna Gulistanî ji Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
6- Rosîta Racayî ji bajarê Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
7- Nigîn Îdaletxwah ji Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
8- Perwîş Muslimî ji Tehranê bi 3 sal û 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.
9- Îlham Ostadî ji Îranşehrê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.
10- Şekîla Monferd ji Tehranê bi 7 sal û 7 meh girtîgehê hatiye sizadan.
11- Hetaw Ekremî ji Bokanê bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

 

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Tomarkirina 23 haletên jinkujiyê di meha Tebaxa 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm 23 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina 17 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî wan ve wekî hevjîn, bav û kurê wan ve hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 13 jin ji aliyê mêrê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve û 6 jin jî bi destê kesên nenaskirî hatine kuştin.

Ji gelempera 23 haletên jinkujiyê, yek halet bi hênceta parastina namûsê bûye û sedema kuştina 17 kes ji wan jinan bi pirsgirêka malbatî hatiye ragihandin. Herwisa 3 jin bi mebesta dizî, jinek ji ber qesta destdirêjiyê û 2 jin ji ber sedemên nexuya hatine kuştin.

 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Tehran: 6 halet
Parêzgeha Fars: 4 halet
Parêzgehên Hormozgan, Kehgîlûye û Bûyerehmed û Sîstan û Belûçistan: Her yek 2 halet
Parêzgehên Qum, Zencan, Îsfehan, Çarmehal û Bextiyarî, Gîlan û Qezwîn: Her yek ji wan 1 halet

 

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike, û ev yeka jî dibe sedem ku kuştina jinan hêsantir û bê nirxtir be.


Di vî warî de zêde bixwînin