Rapora taybet ya Hengawê: Girtina 150 dadxwaz û derçûna sizayê girtîgeh û lêdana qamçiyan bo 21 kes di 20 mehên borî de

11 September 2024 20:43

Hengaw; Çarşemî 11ê Îlona 2024an

 

Bi helkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî û destpêkirina tevgera Jin Jiyan Azadî, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê raporek li ser zêdebûna zextên li ser malbatên dadxwaz, di nav de malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî û dadxwazên din û ziyandîtiyan belav kiriye. Ev rapore girtina herî kêm 150 kes û derçûna siza û derbên qamçiyan bo 21 kesên dadxwaz ji destpêka sala 2023an ve li xwe digire.

Li gorî amara ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin, ji destpêka sala 2023an ve heta navîna meha Îlona 2024an (pêk tê ji 20 mehan), herî kêm 150 kesên dadxwaz, ku piraniya wan endamên malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî bûne, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.

Ji gelempera kesên hatinî girtin, 58 kes jin û 88 kes jî mêr bûne. Herwiha 13 ji van kesan zarok û jêr temenê 18 saliyê bûne. Hêjayî gotinê ye ku, di nav wan kesên ku hatine girtin de, çendîn kes du yan sê caran hatine girtin.

 

Cudakirina dadxwazên girtî pêka parêzghan

Pêka amara ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin, zêdetirîn hejmara dadxwazên hatinî binçavkirin, bi 44 haletan beranberî 27.5 ji sedî ji tevahiya amarê, li parêzgeha Sine û piştî wê parêzgeha Urmiye bi 30 haletan beranberî 20.5 ji sedî ji tevahiya amara hatî tomarkirin e.

Parêzgeha Sine: 44 kes
Parêzgeha Urmiye: 32 kes
Parêzgeha Tehran: 11 kes
Parêzgeha Xûzistan: 10 kes
Parêzgeha Îsfehan: 9 kes
Parêzgehên Mazenderan, Qezwîn û Xurasana Rezewî: Her yek 8 kes
Parêzgeha Gîlan: 6 kes
Parêzgeha Elborz: 4 kes
Parêzgehên Îlam, Loristan, Sîstan û Belûçistan û Hemedan: Her yek 2 kes

 

Cudakirina girtiyan pêka mehan

Li gorî vê raporê, di sala 2023an de, herî kêm 116 dadxwaz ji aliyê saziyên ewlehî yên Îranê ve hatine girtin, ku herî zêde di meha Hezîranê de bi 31 haletan hatiye tomarkirin. Herwiha di meha Îlon û Tebaxê de jî 29 û 24 kes hatin binçavkirin.

Sala 2023an:

Çile: 1 halet
Adar: 4 halet
Nîsan: 7 halet
Gulan: 6 halet
Hezîran: 31 halet
Tîrmeh: 5 halet
Tebax: 24 halet
Îlon: 29 halet
Cotmeh: 1 halet
Mijdar: 8 halet

Sala 2024an:
Çile: 3 halet
Şibat: 1 halet
Nîsan: 10 halet
Gulan: 4 halet
Hezîran: 2 halet
Tîrmeh: 6 halet
Tebax: 4 halet
Îlon: 2 halet

 

Cudakirina şêwaza dadxwaziya kesên binçavkirî

Pêka amarên di Navenda Amarî ya Hengawê de hatine tomarkirin, 90 ji sedî ji kesên ku ji destpêka sala 2023an ve ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine girtin, beranberî 120 halet, endamê nêzîk ên malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî bûne.

Malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî: 118 kes
Ziyandîtiyên xwenîşandana Cotmeha 2019an û tevgera Jin Jiyan Azadî: 10 kes
Dadxwazên dinê: 11 kes
Kesên bi dadxwazên tevgera Jin Jiyan Azadî re bûne: 7 kes

 

Navendên binçavkirina kesên dadxwaz

Li gor vê raporê, malbatên dadxwaz herî zêde rastî zextên îdareya Îtilaatê hatine û di heyama 20 mehên borî de herî kêm 128 kesên dadxwaz ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Îdareya Îtilaatê: 128 halet
Îtilaata Spahê: 10 halet
Birêveberiya Sizayan: 9 halet
Geşta Îrşad: 1 halet
 

Sepandina sizayê 73 sal û 8 meh û 160 qamçî bi ser 21 kesên dadxwaz de

 

Li gorî amar û belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama 20 mehên borî de, herî kêm 21 kes ji dadxwazan bi giştî bi 75 sal û 8 meh girtîgehê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine sizadan. Herwiha 4 kes ji wan ji bilî sizayê girtîgehê bi giştî 160 derbeyên qamçiyan jî ber ser wan de hatiye sepandin.

Aliyê kêm şeş kes ji dadxwazan ku bi girtîgehê hatibûne sizadan jin û kesek jî zarokek 15 salî bûye.

Kesên dadxwaz ku bi girtîgeh û qamçiyan hatine sizadan

 

1- Haşim Saidî: Bavê Sarîna Saidî yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Sinê, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Bokanê ve bi 6 meh û 15 roj sizayê girtîgeh û 40 derbeyên qamçiyan hate sizadan.

2- Hesen Emînî: Birayê Mihemed Emînî yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Sinê, ji aliyê Taya 102 ya Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi 6 meh û 15 roj girtîgeh û 40 derbên qamçiyan hate sizadan.

3- Ebdulrehman Nesrî: Bavê Metîn Nasrî yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Sinê, ji aliyê Taya 102 ya Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi 6 meh û 15 roj girtîgeh û 40 derbên qamçiyan hate sizadan.

4- Arman Hebîbî: Birayê Aram Hebîbî yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Sinê, ji aliyê Taya 102 ya Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi 6 meh û 15 roj girtîgeh û 40 derbên qamçiyan hate sizadan.

5- Mihemed Wezîrî: Hevjînê Şîrîn Elîzade yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Îsfehanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 2 meh girtîgehê hate sizadan.

6- Sadiq Mehmûdnijad: Yek ji ziyandîtiyê çav li tevgera Jin Jiyan Azadî li Pîranşarê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hate sizadan.

7- Kewser Îftixarî: Yek ji qurbaniyên çav li tevgera Jin Jiyan Azadî li Tehranê, ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi 5 meh girtîgehê hate sizadan.

8- Mehsa Yezdanî: Dayîka Mihemed Cewad Zahidîsarewî yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Sarî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 13 sal girtîgehê hate sizadan.

9- Ferzane Berzekar: Dayîka Îrfan Rizayî ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Amolê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Amolê ve bi 2 sal girtîgehê hate sizadan.

10- Behar Şîrî: Dayîka Elî Ebasî yek ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Semîromê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Semîromê ve bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

11- Sefa A`îlî: Ji Seqizê û xalê Jîna Emînî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi 5 sal û 4 meh û 17 roj girtîgehê hate sizadan.

12- Mêhrdad Bextiyarî: Apê Pûya Bextiyarî yek ji cangoriyê xwenîşandana Cotmeha 2019an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

13- Umîd Qedîmî: Birayê Fuad Qedîmî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî li Dîwanderê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 3 sal û 4 meh girtîgehê hate sizadan.

14- Kemal Lotfî: Bavê Riza Lotfî ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Dêwulanê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal girtîgehê hate sizadan.

15- Menûçêhr Bextiyarî: Bavê Pûya Bextiyarî ji cangoriyên xwenîşandana Cotmeha 2019an, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Qezwînê ve bi salek û 45 roj girtîgehê hate sizadan.

16- Maşalah Keremî: Bavê Mehdî (Komar) Keremî ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Kerecê ve bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

17- Ferhad Zari`i: Birayê Mîlad Zari1`i ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Amolê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Babolê ve bi 1 sal girtîgehê hate sizadan.

18- Metîn Husênî: Ji ziyandîtiyê çav li xwenîşandana Cotmeha 2019an li Bokanê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya vî bajarî ve, bi 2 sal û 7 meh girtîgehê hate sizadan.

19- Meriyem Mêhrabî: Xwîşka Mehmûd Mêhrabî ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî ku bi îdamê hatibû sizadan, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi 6 sal girtîgehê hate sizadan.

20- Feramerz Berahûyî: Temen 14 salî ji Zahidanê, birayê Îsmayîl Berahûyî, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ve li parêzgeha Xuasana Rezewî bi 6 meh girtîgehê hate sizadan.

21- Hetaw Ekremî: Ji Tîkabê û keçmama Mêhran Ekremî ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ve li Bokanê bi 8 meh girtîgehê hate sizadan.

22- Maşalah Keremî: Bavê Mehdî (Komar) Keremî ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Nezerabadê ve bi 8 sal û 10 meh girtîgehê hate sizadan.

 

Derencam

Ev rapora taybet a Hengawê, ku li ser bingeha zanyariyên rast û bi roj hatiye amadekirin, berbelaviya zextên heyî yên li ser dadxwaz û malbatên qurbaniyên tevgera Jin Jiyan Azadî nîşan dide. Lêkolênên hatinî pêşkêşkirin, îsbatkeriya cihê nîgeraniyê ya serkuta çalakvanên mafê mirovî û dadxwazan e, ku di 20 mehên borî de bi eşkere zêde bûye.

1- Zêdebûna berçav a binçavkiriyan: Ji destpêka sala 2023an ve, girtinên berbelav hatine tomarkirin ku herî kêm 146 çalakvanên mafê mirovî û malbatên qurbaniyên tevgera Jin Jiyan Azadî li xwe digire. Ev zêdebûna girtiyan, bi taybetî li parêzgehên Sine, Urmiye û Tehranê, zextên bê mînak û zêde yên ku li ser van malbatan têne kirin, nîşan dide.

2- Binpêkirina mafê mirovî û azadiyên medenî: Di nav sizayên ku hatine danê de, girtina demdirêj û lêdana qamçiyan, binpêkirina eşkere ya mafê mirovî û azadiyên medenî yên takan e. Bo mînak, sepandina sizayê 75 sal û 8 meh girtîgeh û lêdana 160 derbên qamçiyan, îsbatkerê dijwarî û berfirehiya serkutkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve li dijî dadxwazan e.

3- Sînordarkirin û zextên berdewam: Cudakirina sizayan û binçavkiriyan bi zelalî nîşan dide ku zextên zêde li ser malbatên qurbaniyên tevgera Jin Jiyan Azadî û ziyandîtiyên xwenîşandana Cotmeha 2019an in. Ev kiryarane rasterast mafê wan ê şopandina yasayî û dadxwazî sînordar dike û bi awayekî sîstematîk hewl dide da ku dengê van kesan bê temirandin.

Rola saziyên ewlehî û dadwerî: Piraniya van kesan ji aliyê îdareya Îtilaat û saziyên din ên ewlehî ve hatine girtin, ku ev yeka nîşanderê sûdwergirtina navendên hikûmetî ji emrazên serkutê ji bo kontrolkirin û sînordarkirina çalakiyên dadxwazan e.

5- Pêdiviya hewlên navneteweyî: Ev rapore bi zelalî hewcehî bi kiryara bilez û bi bandor ji aliyê civaka navnetewî ve bo lihemberderketin li dijî binpêkariyên mafê mirovî û piştevanîkirin ji mafê dadxwazan û malbatên wan e. Baldarî û zexta navneteweyî dikare alîkariya kêmkirina zextên hikûmeta Îranê û pêragihîştin bi rewşa mafê mirovî li Îranê be.


Di vî warî de zêde bixwînin