Rapora berfireh a Hengawê derbarê kuştina 142 welatiyên Kurd di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de hevdem digel duyemîn salvegera tevgerê

14 September 2024 20:47


Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de, herî kêm 142 welatiyên Kurd ji wan 16 zarok, 6 jin û 8 kes ji peyrewên ola Yarsan, jiyana xwe ji dest dane.

 

Ev rapore ji 12 beşan pêk tê ku wiha ye:

1- Pêşekî
2- Zayendeya canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Kurdistanê3- Rewşa xîzandarî ya canjidestdayiyan
4- Nîvinciya temenê cangoriyan
5- Çawahiya cangorîkirina canjidestdayiyan
6- Berbelaviya cihê kuştina welatiyan
7- Kuştina 16 zarokên Kurd
8- Kuştina herî kêm 6 jinên Kurd
9- Canjidestdayiya 8 kes ji kêmîneyên ola Yarsan
10- Canjidestdan li bin îşkence û mirin piştî azadiyê
11- Cudakirina cangoriyan pêka bajarên jidayîkbûyî
12- Cudakirina cangiriyan pêka parêzgehan
 

Pêşekî

Di duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de, navê wê hê jî wekî sembola têkoşîna bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê di bîranînan de zindî ye. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi armanca parastina bîranîna hemû qurbaniyên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” lîsteyek ji navên kesên ku di vê tevgerê de li Kurdistanê hatine kuştin û bidarvekirin belav kiriye. Ev lîsteye, ji raporeke amarî ya sade zêdetir e; Ev bîranîne ji hezaran jiyana bêguneh e ku bi awayekî hovane di rêya armancên wekî azadî, dadperwerî û mafê mirovî de hatin jinavbirin.

Kurdistan wekî yek ji navendên sereke yên berxwedanê, bûye qada yek ji serdemên herî reş ên serkut û tundûtîjiya sîstematîk. Belavkirina vê amarê, ne tenê nîşana rawestan û berxwedaniya xelkê vê nîştimanê ye, belkî nîşandana berfereh a binpêkirina mafê mirovî û tirajîdiya mirovî li vê herêmê ye. Her navek di vê lîsteyê de çîrokek ji êş, berxwedanî û wêrekî ye ku nabe ti carî were jibîrkirin.

Belgekirin û tomarkirina van navan, hewlek e ji bo parastina bîranîna wan kesên ku di lipeyketina armancên bilind yên mirovî de canê xwe gorî kirine. Ev lîsteye, qîrîn û hawarek e bo daxwazî û berpirsiyariyê, û tekezî li ser pêwîstiya bi fermînaskirin û rêzgirtina bîranîna wan kesan e ku bi cangoriya xwe bûne sembolên berxwedan û aramiyê.

Ev rapore li gorî datayên dirust û belge, ji çavkaniyên bawerpêkirî û herêmî hatiye amadekirin û armanc dike ku bibe dengê wan kesên ku ji bo bidestxistina maf û azadiyên bingehîn ên Kurdistanê rawestiyan û şehîd bûn. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hêvî dike ku ev hewle bibe gaveke bi bandor di rêya dadxwazî ya malbatên cangoriyan de û herwisa hişyarkirina raya giştî ji mezinahiya van serkutan.

 

Zeyendeya cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Kurdistanê

Li gorî rapora ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatiye amadekirin, ji gelempera 142 kesên ku di vê tevgerê de jiyana xwe ji dest dane, 6 kes beranberî 4 ji sedî jin bûne û 136 kes jî mêr. Di nava cangoriyên jinan de jinek û di nava cangoriyên mêran de jî, 15 kes zarok û di bin temenê 18 saliyê de bûne.
 

Rewşa xîzanî ya cangoriyên tevgerê

Li gor amara Hengawê, ji gelempera 142 welatiyên Kurd ên ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jiyana xwe ji dest dane, 45 kes beranberî 32 ji sedî xîzandar bûne, ​​2 kes dezgîrandar bûne û 95 kes jî, beranberî %67 nezewicî bûn.

 

Nîvinciya temenê cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî

Pêka amara Hengawê, ji gelempera 142 welatiyên Kurd ku di vê tevgerê de canê xwe gorî kirine, 16 kes di bin 18 saliyê de bûne. Herwisa 117 kes di navbera 19 heta 50 saliyê de temen hebûne û 9 kes jî serweyê 51 saliyê temen hebûne.

Di vê navberê de, Emîrhusên Besatî ji Kirmaşanê bi 15 sal temen, ciwantirîn cangorî bûye û Husên Ebdpenah ji Sinê bi 72 sal temen, kaltirîn cangoriyê vê tevgerê li Kurdistanê bûye.

 

Çawahiya canjidestdana welatiyan di meşa tevgerê de

Pêka rapora Hengawê, 90 kes ji cangoriyan bi çeka şer ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine kuştin ku beranberî 63 ji sedî ji tevahiya haletan e. Herwisa 14 welatî piştî girtinê û di bin îşkencekirinê de canê xwe ji dest dane û du girtî jî hatine darvekirin. Ji haletên dinê em dikarin îşareyê bi kuştina kesekê bi çeka Qinase (tektîravêj) û 45 kes jî bi çeka giran a Doşkayê bikin.

- Hatina kuştin bi çeka şer: 9 kes
- Hatina kuştin bi çeka saçmeyî: 19 kes
- Canjidestdan di bin îşkenceyê de: 14 kes
- Canjidestdan ji ber derbeya batomê bi serê wan: 6 kes
- Hatina kuştin bi çeka giran a Doşkayê: 4 kes
- Hatina kuştin bi çeka demançe: 3 kes
- Birêveçûna sizayê darvekirinê: 2 kes
- Hatina kuştin bi çeka Qinase (tektîravêj): 1 kes
- Ketin di bin trombêla leşkerî de: 1 kes
- Fetisîn ji ber avêtina gaza rondikrêj: 1 kes
- Canjidestdan ji ber êrîşa kîmyayî li ser dibistanan: 1 kes

 

Berbilaviya cihê cangorîbûyên Kurd di meşa tevgerê de

Li gor vê amara ku ji aliyê Navenda Amar û Belgeke ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatiye tomarkirin, li Sinê 22 welatî, li Bokanê 17 welatî û li Mehabadê 15 welatî hatine kuştin.

Herwiha 2 welatiyên Kurd li bajarê Qoçanê û herî kêm 18 welatiyên din ên Kurd li bajarên navenda Îranê ji wan Tehran, Kerec, Qezwîn, Qel`ê Hesenxan û Ferdîs jiyana xwe ji dest dane.

Sine: 22 kes 
 Bokan: 17 kes
 Mehabad: 15 kes
Kirmaşan: 9 kes
Seqiz û Ciwanro: her yek 8 kes
Pîranşar: 7 kes
Tehran: 6 kes
Kerec: 5 kes
Şino, Dîwandere û Bane: Her yek 4 kes
Urmiye, Serdeşt, Naniya Urmiyê, Şabad û Dêwulan: Her yek 3 kes
Qoçan, Merîwan û Îlam: Her yek 2 kes
Weramîn, Ferdîs, Elwend, Erak, Qel`ê Hesenxan, Hemedan, Selasa Bawecanî, Mûçeş û Qesra Şîrîn: Her yek 1 kes

 

Hatina kuştin a 16 zarokên Kurd di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de

Li gorî amara hatî tomarkirin ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve, aliyê kêm 16 zarokên Kurd ku temenê wan bin 18 saliyê bûye, di meşa vê tevgerê de canê xwe ji dest dane ku beranberî 13.3 ji sedî ji gelempera cangoriyên Kurd di vê tevgerê de ye.

Ji van hejmaran, 2 kes ji ber lêdana darbeya batomê bi serê wan, kesek ji ber bandora îşkenceya di dema binçavkirinê de û kesek jî li encama êrîşên kîmyayî yên li ser dibistanan jiyana xwe ji dest dane. 11 zarok jî di encama gullebarana rasterast ya hêzên hikûmetê de hatine kuştin, ku beranberî %69 a tevahiya amarê ye.

Pênc kes ji van zarokan yên bi navên Emîn Me`irifet, Ebdulah Mihemedpûr, Enûşîrwan Fûladî, Emîrhusên Besatî û Elî Muzeferî Salanqoç di 21ê Îlona 2022an de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha Nîma Şefeqdost ku di 4ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, di heman rojê de birîndar bibû.

Nansnameya zarokên cangorî:

1- Zekeriya Xeyal yê 16 salî û ji Pîranşarê, di 20ê Îlona 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
2- Emîn Me`irifet yê 16 salî û ji Şinoyê, di 21ê Îlona 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
3- Ebdulah Mihemedpûr yê 16 salî û ji Nazliya Urmiyê, di 21ê Îlona 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
4- Enûşîrwan (Emîr) Fûladî yê 16 salî û ji Şabadê, di 21ê Îlona 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
5- Emîrhusên Besatî yê 15 salî û ji Kirmaşanê, di 21ê Îlona 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
6- Elî Muzeferî Salanqoç yê 17 salî û ji Qoçanê, di 21ê Îlona 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
7- Nîma Şefeqdost yê 17 salî û ji Selmasê, di 4ê Cotmeha 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
8- Armîn Seyadî yê 18 salî û ji Kirmaşanê, di 12ê Cotmeha 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
9- Sarîna Sa`idî ya 17 salî û ji Sinê, di 27ê Cotmeha 2022an de, ji ber derbeya batoma hêzên hikûmetî bi serê wê hate kuştin.
10- Komar Deroftadê yê 16 salî û ji Pîranşarê, di 30ê Cotmeha 2022an de, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
11- Daniyal Pabendî yê 17 salî û ji Seqizê, di 16ê Mijdara 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
12- Behadîn Weysî yê 16 salî û ji Ciwanroyê, di 20ê Mijdara 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
13- Karwan Qadirî Şukrî yê 16 salî û ji Pîranşarê, di 20ê Mijdara 2022an de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
14- Mihemed Ariyan Xoşgiwar yê 18 salî û ji Sinê, di 14ê Adara 2022an de, piştî 4 mehan ji ber birînên ku bi derbeya batoma hêzên hikûmetî bi serê wî ketibû, canê xwe ji dest da.
15- Karo Paşabadî yê 16 salî û ji Kamêranê ku di encama kîmyabarana yek ji dibistanên Tehranê de hatibû jehrîkirin, roja 7ê Nîsana 2023an piştî sê hefteyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
16- Berzîn Hemzezade yê 16 salî û ji bajarê Serdeştê, di 2ê Çileya 2024an, piştî 13 meh binçavkirin ji ber îşkenceya giran li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

 

Hatina kuştin a jinan di meşa tevgerê de

Di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de jinan li tevahiya Îranê û bi taybetî li Kurdistanê roleke girîng lîstin û di vê tevgerê de herî kêm 6 jinên Kurd hatin kuştin. Li gorî amarên Hengawê, herî kêm 222 jinên Kurd ku nasnameya wan a tavaw hatiye eşkerekirin, hatine girtin.

Nasnameya jinên canjidestdayî:

1- Mîno Mecîdî ya 62 salî û ji Qesra Şîrînê, roja 20ê Îlona 2022an li Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
2- Nigîn Ebdulmelekî ya 21 salî û ji Qurwê, roja 20ê Cotmeha 2022an bi derbeya batoma hêzên hikûmetî bi serê wê li Hemedanê hate kuştin.
3- Kubra Şêxeseqa ya 52 salî û ji Mehabadê, roja 20ê Cotmeha 2022an li Mehabadê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
4- Sarîna Saidî ya 16 salî û ji Sinê, roja 27ê Cotmeha 2022an, bi derbeya batoma hêzên hikûmetî bi serê wê li Sinê hate kuştin.
5- Firişte Ehmedî ya 32 salî û ji Serdeştê, roja 27ê Cotmeha 2022an li Mehabadê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
6- Nesrîn Qadirî ya 38 salî û ji Merîwanê, roja 5ê Mijdara 2022an li Teharnê bi derbeya batoma hêzên hikûmetî bi serê wê hate kuştin.

 

Cangoriyên ola Yarsan

Yarasan oleke îrfanî ye ku li ser esasên lêgerîna heqîqet, wekhevî û hezkirina ji mirovahiyê re radiweste û peyrewên wê bawerî bi yekbûna Xwedê hene. Peyrewên ola Yarsan bi şêweyekî sereke Kurd in û bi piranî li parêzgeha Kirmaşanê û bajarên Kurdistana Iraqê dijîn, lê li bajarên wek Hemedan, Xuremava, Tewrêz, Kalardeşt, Qezwîn û Tehranê jî hene.

Piştî şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979an de, Yarsanî bi hin çalincan re rû bi rû bûn û bi sedema nakokiyên olî û siyasî rastî zext, serkut û cudahiyan hatin. Gelek ji wan rastî pirsgirêkên civakî û çandî hatin û hin serkirde û çalakvanên Yarsanî jî, ji ber çalakiyên xwe hatine çewisandin û bi girtîgehê hatine sizadan. Di meşa tevgera “Jin Jiyan Azadî” de jî, peyrewên vê olê li bajarên cur bi cur beşdariyek çalak hebûn û herî kêm 8 welatiyên Kurd ji kêmîneyên ola Yarsan di meşa vê tevgerê de jiyana xwe ji dest dan ku nasnameya wan wiha ye:

1- Mîno Mecîdî ya 62 salî û ji Qesra Şîrînê, ku di 20ê Îlona 2022an de li Kirmaşanê hate kuştin
2- Armîn Seyadî yê 18 salî û ji Kirmaşanê, ku di 12ê Cotmeha 2022an de li Kirmaşanê hate kuştin
3- Sîna Nadirî yê 22 salî û ji Kirmaşanê, ku di 12ê Cotmeha 2022an de li Kirmaşanê hate kuştin
4- Ramîn Keremî yê 31 salî û ji Serpêla Zehawê, ku di 20ê Cotmeha 2022an de li Kirmaşanê hate kuştin
5- Efşîn Aşam yê 28 salî û ji Qesra Şîrînê, ku di 20ê Cotmeha 2022an de li Kirmaşanê hate kuştin
6- Koruş Pazex yê 27 salî û ji Qesra Şîrînê, ku di 21ê Mijdara 2022an de li Kirmaşanê hate kuştin
7- Sipêhr E`izemî yê 24 salî û ji bajarê Sehnê, ku di 6ê Kanûna 2022an de li Kerecê hate kuştin
8- Riza Resayî yê 35 salî û ji bajarê Sehnê, ku di 6ê Tebaxa 2024an de li Kirmaşanê hate darvekirin.

 

Canjidestdana bin îşkence û mirina piştî azadiya ji girtîgehê

Li gorî amar û belgeyên tomarkirî ku ji aliyê tîma Hengawê ve hatine piştrastkirin, herî kêm 14 welatiyên Kurd ku di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dabûn û yan demekê piştî azadkirinê di encama bandorên piştî îşkencekirinê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Şeş kes ji wan girtiyan li girtîgehên parêzgeha Sine, 6 kes li girtîgehên parêzgeha Urmiye û 2 kes jî li Îlam û Tehranê jiyana xwe ji dest dane. Di nava van kesan de Berzîn Hemzezade yê nûciwanê xelkê Serdeştê ku di temenê 16 saliyê de jiyana xwe ji dest da, di dema tevgerê de dema ku tenê 15 salî bû û hate girtin, ji ber îşkencekirinê bi giranî birîndar bû û gurçikên xwe ji dest dabûn û di dawiyê de piştî 13 mehan jiyana xwe ji dest da.

1- Simayîl Dizwar ê 39 salî û xelkê Seqizê, di rêkefta 9ê Cotmeha 2022an de li Seqizê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
2- Mihemed Ebdulahî yê 36 salî û xelkê Îlamê, di rêkefta 12ê Cotmeha 2022an de li Îlamê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
3- Ramîn Fatihî yê 46 salî û xelkê Sinê, di rêkefta 21ê Cotmeha 2022an de li Tehranê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
4- Saman Qadirpûr ê 37 salî û xelkê Şinoyê, di rêkefta 29ê Cotmeha 2022an de li Tehranê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
5- Umîd Hesenî yê 22 salî û xelkê Sewlavayê, di rêkefta 17ê Mijdara 2022an de li Sinê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
6- Hêmin Eman ê 26 salî û xelkê Bokanê, di rêkefta 29ê Mijdara 2022an de li bajarê Urmiyê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
7- Metîn Nesîrî yê 19 salî û xelkê Sinê, di rêkefta 7ê Kanûna 2022an de li Sinê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
8- Şadiman Ehmedî yê 33 salî û xelkê Dêwulanê, di rêkefta 8ê Kanûna 2022an de li Dêwulanê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
9- Şehriyar Adilî yê 25 salî û xelkê Serdeştê, di rêkefta 8ê Kanûna 2022an de li Serdeştê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
10- Mihemed Hacîresûlpûr ê 52 salî û xelkê Bokanê, di rêkefta 19ê Kanûna 2022an de li Bokanê, du roj piştî azadiyê ji ber encamên îşkenceyê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
11- Ebûbekir Seîdzade yê 31 salî û xelkê Mehabadê, di rêkefta 30ê Kanûna 2022an de li Mehabadê, 22 roj piştî azadiyê ji ber encamên îşkenceyê canê xwe ji dest da.
12- Şîrzad Ehmednijad ê 41 salî û xelkê Bokanê, di rêkefta 15ê Adara 2023an de li Urmiyê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.
13- Berzîn Hemze yê 16 salî û xelkê Serdeştê, di rêkefta 2ê Çileya 2024an de, 13 meh piştî azadkirinê, ji ber encamên îşkenceyê canê xwe ji dest da.
14- Mêhran Ekremî yê 32 salî û xelkê Tîkabê, di rêkefta 13ê Adara 2024an de li Seqizê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da.

 

Cudakirina cangoriyan pêka bajarên jidayîkbûyî

Pêka rapora Hergawê, zêdetirîn hejmara canjidestdana welatiyên Kurd di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de li bajarê Bokanê bi 19 haletan hatiye tomarkirin. Piştî wê yekê, bajarên Sine bi 18 halet, Mehabad bi 15 halet, Seqiz û Ciwanro her yek bi 8 halet û Pîranşar bi 7 halet di rêzên dinê de cih girtine.

Bajarê Bokanê: 19 halet
Bajarê Sine: 18 halet
Bajarê Mehabad: 15 halet
Bajarên Seqiz û Ciwanro: Her yek 8 halet
Bajarê Pîranşar: 7 halet
Bajarên Şino, Kirmaşan û Dîwandere: Her yek 5 halet
Bajarên Sunqor, Seqiz, Şabad û Dêwulan: Her yek 4 halet
Bajarên Kamêran, Qesra Şîrîn û Urmiye û Merîwan: Her yek 3 halet
Bajarên Tîkab, Sewlava, Sehne, Qoçan, Kengawer û Îlam: Her yek 2 halet
Bajarên Serpêla Zehaw, Selmas, Selasa Bawecanî, Rebet, Qurwe, Mayeşt, Mûçêş, Hersîn, Giyelan, Bîcar, Bane û Herêma Kurdistanê: Her yek 1 halet

 

Cudakirina canjidestdayiyên tevgerê pêka parêzgehan

Li gorî amarên Hengawê, herî zêde welatiyên Kurd ên ku di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de canê xwe ji dest dane, li parêzgeha Urmiye bi 57 haletan hatiye tomarkirin. Li parêzgeha Sine 48 kes, li Kirmaşanê 33 kes û li parêzgehên Îlam û Xurasana Rezewî jî her yek 2 kesan canê xwe gorî kirine.

Parêzgeha Urmiye: 57 kes
Parêzgeha Sine: 48 kes
Parêzgeha Kirmaşan: 33 kes
Parêzgeha Îlam: 2 kes
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 kes

 


Di vî warî de zêde bixwînin