Di meha Îlona 2024an de aliyê kêm 78 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

02 October 2024 11:43

Hengaw; Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an

Di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 78 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî (Tebax) ku 94 girtî hatibûne darvekirin, 16 girtî beranberî 17 ji sedî kêm kiriye.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 78 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 73 ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 5 girtiyên dinê jî di halê lêkolînê de ye.

Pêka vê raporê, di heyama meha borî de, aliyê kêm sizayê 13 girtiyên Belûç, 10 girtiyên Kurd, 7 girtiyên Gîlek, 6 girtiyên Tirk û 6 girtiyên Lor li vê mehê di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin. Herwisa aliyê kêm 7 hevwelatiyên Efxanî jî li meha borî hatine darvekirin.

Di heyama meha borî de, sizayê darvekirina girtiyekî ku di dema encamdana tawanê de 16 salî bûye û piştî 7 salan di temenê 23 saliyê de li girtîgeha Adilabad a Şîrazê hate cîbicîkirin. Mehdî Cehanpûr ê welatiyê Lor û xelkê Fîrûzabada parêzgeha Fars bi bê agehdarkirina malbata wî li 16ê Îlona 2024an hate darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 78 girtiyên ku di Îlona 2024an de hatine darvekirin, tenê 2 kes beranberî 2.5 ji sedî di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 4 girtî bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re bi rê ve çû. Du girtî jî li bajarê Xumeyn ê ser bi parêzgeha Merkezî di nava qerebalixiya xelkê de hatine darvekirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha borî de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tohmetên madên hişber bûne ku 39 halet beranberî 50 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Kuştina bi zanebûn: 37 halet
Madên hişber: 39 halet
Miharibe û kuştina bi qest: 2 halet
 

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha borî de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Fars hatine darvekirin ku 24 halet in. Li girtîgehên parêzgeha Sîstan û Belûçistan 7 halet û parêzgeha Îsfehan jî 7 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Parêzgeha Fars: 24 halet
Parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Îsfehan: Her yek 7 halet
Parêzgehên Gîlan û Elborz: Her yek 6 halet
Parêzgeha Kirman: 5 halet
Parêzgehên Qezwîn û Terwêz: Her yek ji wan 3 halet
Parêzgehên Kirmaşan, Urmiye, Xurasana Rezewî, Yezd, Hemedan, Merkezî û Gulistan: Her yek 2 halet
Parêzgehên Mazenderan û Hormozgan: Her yek ji wan 1 halet

 


Di vî warî de zêde bixwînin