Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di meha Îlona 2024an de

06 October 2024 15:14

Hengaw; Yekşemî 6ê Cotmeha 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jin hatine girtin û 6 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 15 haletên jinkujî di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.
 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha Îlona 2024an de, ti haletek ji darvekirina jinan li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê nehatine tomarkirin.
 

Girtina 8 jin di meha Îlona 2024an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 8.5 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û 3 kes ji wan çalakvanên jin ên Kurd û 3 jin jî çalakvanên jin ên Behayî ne.

Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:

Bokan; 1- Mîna Sultanî 2- Sirwe Reşîdî
Şîraz; 3- Mujde Felahî 4- Nigar Mîsaqiyan
Marîwan; 5- Perestû Ehmedî
Gorgan; 6- Sudabe Mehdînijad
Tewrêz; 7- E`izem Asûde
Hemedan; 8- Firîşte Sûrî
 

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 14 sal girtîgehê hatine sizadan. Yek ji wan jinan tevî vê ku bi girtîgehê hatiye sizadan, 74 derbên qamçiyan jî bi ser de hatiye sepandin.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Şîva Kaşanînijad ji Reştê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2- Mujgan Semîmî ji Reştê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.
3- Nesîm Xulamî Sîmiyarî ​​ji bajarê Elemûta Qezwînê bi 6 sal girtîgehê û lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan.
4- Mehbobe Remezanî ji Şehriyarê bi salek û 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
5- Rehîme Yûsifzade ji Şehriyarê bi salek û 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
6- Perşeng Ezîzî ji Mehabadê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Tomarkirina 15 haletên jinkujiyê di meha Îlona 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm 15 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina 14 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî wan ve wekî hevjîn, bav û kurê wan bûye.

Pêka vê raporê, 6 jin ji aliyê mêrê xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînê xwîşka xwe ve û 6 jin ji aliyê bav, kur, kurmam, xwazbînî û xizmên xwe ve û jinek jî bi destê kesên nenaskirî hatine kuştin.

Ji gelempera 15 haletên jinkujiyê, 4 halet bi hênceta parastina namûsê bûne û sedema kuştina 8 kes ji wan jinan bi pirsgirêka malbatî hatiye ragihandin. Herwisa 2 jin bi mebesta aloziya li ser mareyiyê û redkirina daxwaza bûkê û jinek ji ber dizînê hatine kuştin.
 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Tehran: 4 halet
Parêzgehên Tewrêz, Sîstan û Belûçistan, Gîlan û Merkezî: Her yek ji wan 4 halet
Parêzgehên Îlam, Xurasana Bakur û Xûzistan: Her yek 1 halet

 

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike, û ev yeka jî dibe sedem ku kuştina jinan hêsantir û bê nirxtir be.


Di vî warî de zêde bixwînin