Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 161 girtî li girtîgehên Îranê li Cotmeha 2024an
Hengaw; Şemî 2ê Mijdara 2024an
Di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 161 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî (Îlon) ku 78 girtî hatibûne darvekirin, 83 girtî beranberî 106.5 ji sedî zêde kiriye. Ev amare zêdetirîn amara hatî tomarkirin a darvekirinan li heyama mehekê di sala 2024an de li Îranê ye.
Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 161 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 149 girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 12 girtiyên dinê jî di halê lêkolînê de ye.
Pêka vê raporê, di heyama meha borî de, aliyê kêm sizayê 22 girtiyên Kurd, 21 girtiyên Tirk, 15 girtiyên Belûç, 12 girtiyên Lor, 5 girtiyên Ereb, 3 girtiyên Gîlek û 2 girtiyên Tirkemen li vê mehê di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin. Herwisa aliyê kêm 9 hevwelatiyên Efxanî jî li meha borî hatine darvekirin.
Sizayê darvekirina Cemşîd Şarmehd ê girtiyê siyasî û hevwelatiyê Îranî_Almanî di vê mehê de bi awayekî nihênî hate cîbicîkirin. Di meha borî de sizayê darvekirina girtiyekî 21 salî yê Belûç ku di dema encamdana tawana de tenê 17 sal temen hebû, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate birêveçûn. Nasnameya vî girtiyê ku bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, Mehdî Birahûyî hatiye zanîn.
Di Cotmehê de aliyê kêm sizayê darvekirina 5 jinan li girtîgehên Tewrêz (2 halet), Eher, Hemedan û Qizilhesara Kerecê hatiye birêveçûn ku 4 kes ji wan bi tohmeta kuştina bi qest û yek jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 161 girtiyên ku di Cotmeha 2024an de hatine darvekirin, tenê 14 kes beranberî 8.5 ji sedî di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 6 girtî bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re bi rê ve çû.
Cudakirin li gorî tohmetan
Di meha borî de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tohmeta kuştina bi qest bûne ku 83 halet beranberî 51.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.
Siyasî: 1 halet
Madên hişber: 64 halet
Kuştina bi zanebûn: 83 halet
Gendelî li ser erdê (Ifsad fî erz): 4 halet
Destdirêjiya bi tundûtîjî: 7 halet
Diziya çekdarî: 2 halet
Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha borî de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 38 halet in. Li girtîgehên parêzgeha Fars 16 halet û parêzgeha Tewrêzê jî 14 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.
Parêzgeha Elborz: 38 halet
Parêzgeha Fars: 16 halet
Parêzgeha Tewrêz: 14 halet
Parêzgeha Îsfehan: 12 halet
Parêzgeha Kirman: 10 halet
Parêzgehên Qum, Qezwîn û Zencan: Her yek 8 halet
Parêzgehên Xurasana Başûr û Xûzistan: Her yek 6 halet
Parêzgeha Urmiye: 5 halet
Parêzgehên Hemedan, Gulistan û Xurasana Rezewî: Her yek 4 halet
Parêzgehên Îlam û Sîstan û Belûçistan: Her yek 3 halet
Parêzgehên Gîlan û Simnan: Her yek 3 halet
Parêzgehên Sine, Loristan, Mazenderan, Xurasana Bakur, Çarmehal û Bextiyarî û Erdebîl: Her yek 1 halet
Cihê darvekirina nediyar: 1 halet