Nexede; Osman Qadirî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Welatiyekî Kurd ê bi navê Osman Qadirî yê xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

29 November 2023 22:16

 

Hengaw; Çarşemî 29ê Mijdara 2023an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Osman Qadirî yê xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, Osman Qadirî, 54 salî û xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agahdar, ev welatiyê han di mala xwe de li bajarê Nexedê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û lipeyketinên malbata navbirî li derheq agahdarbûn ji rewşa Osman Qadirî bê encam maye.

Ji tohmetên hatinî sepandin li dijî Osman Qadirî û sedemên girtina navbirî ji aliyê hêzên ewlehî ve, heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin