Nûciwanek li Zahidanê di bûyera kar de jiyana xwe ji dest da

Nûciwanekî Kurd yê bi navê Hesen Nadiriyan yê temen 16 salî û xelkê bajarê Deregez yê ser bi Xorasana

28 November 2023 10:07

 

Hengaw; Sêşemî 28ê Mijdara 2023an

Nûciwanekî Kurd yê bi navê Hesen Nadiriyan yê temen 16 salî û xelkê bajarê Deregez yê ser bi Xorasana Rezewî, li bajarê Zahedanê ji ber nebûna ewlehiya cihê kar di bûyerekê de jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, Hesen Nadiriyan, kedkarê 16 salî û xelkê gundê "Tîrgan" ê ser bi bajarê Deregeza parêzgeha Xorasana Rezewî, bi sedema bûyerekê di dema karkirinê de li bajarê Zahidanê yê ser bi Sîstan û Belûcistanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev nûciwanê kedkar ku miûlê karê keviran bûye, ji qata pêncanê ya avahiyekê re ku di qonaxa çêkirinê de bûye ji ber nebûna ewlehiyê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Tevî soz û peymanên navnetewî yên dewleta Îranê derheq konvansiyona mafê zarokan û peymanên aborî, civakî û çandî ya Saziya Neteweyên Yekbûyî, Komara Îslamî ya Îranê heta niha ti gavên erênî ji bo garantîkirina xweşbijîvî û dabînkirina kêmtirîn mafê zarokan wek mafê xwarin, perwerdehî û standardên tendirustiyê neavêtiye.


Di vî warî de zêde bixwînin