Aktîvîstê kurd Sabir Qadirî bo kişandina sizayê xwe hat girtin

Hengaw: Yek ji aktîvîstên sivîl û xelkê Dêgulan, ku bihara îsal ji aliyê dadgehê ve bi sizaya girtinê hatibû mehkûmkirin,

23 November 2020 11:00


Hengaw: Yek ji aktîvîstên sivîl û xelkê Dêgulan, ku bihara îsal ji aliyê dadgehê ve bi sizaya girtinê hatibû mehkûmkirin, bo kişandina sizayê xwe hat girtin. 

Li gorî raportên ku gihîştine destê dezgeha mafên mirov ya Hengawê, yek ji aktîvîstên sivîl û jîngehê li bajarokê Dêgulan bi navê Sabir Qadirî, roja 21 vê mehê bo kişandina sizayê xwe hat girtin û bo girtîgeha navendî ya Sine hat veguhestin. Dadgehê 28 meh zîndan daye wî.

Sabir Qadirî (44 salî), roja 9 Kanûna 2019 ji aliyê îtilaata Dêgulanê ve hatibû girtin lê piştî 3 mehan li hember danîna 200 milyon tûmen bi awayekî demkî hatibû berdan.

Ew aktîvîstê han bihara îsal ji aliyê dadgeha Sine ve bi tohmeta endamtiya PJAKê bi 5 sal zîdan û bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê jî bi salek zîndan hatibû mehkûmkirin. 

Lê di rûniştina 2 Îlona îsal de dadgehê sizayê wî kêm kir û bi giştî 28 meh zîndan dayê. 

Sabir Qadirî endamê saziya sivîl ya bi navê “Komeleya Şeyda ya Kesk ya Leylaxê” û endamê komeleya çandî-civakî ya Nojînê ye jî.


Di vî warî de zêde bixwînin