Bane – Hêzên Îranê şofêrekî kurd gulebaran kirin û kuştin

Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarokê Bane li parêzgeha Kurdistanê, ku mijûlî veguhestina rêwiyan bû, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

08 November 2020 12:42


Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarokê Bane li parêzgeha Kurdistanê, ku mijûlî veguhestina rêwiyan bû, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro danê sibê welatiyekî xelkê bajarokê Bane bi navê Xesro Şerîfî (29 salî), ku çend roj di êrişa hêzên Îranê de birîndar bibû, li nexweşxaneya bajarê Sine canê xwe ji dest da.

Mirovekî Xesro Şerîfî ji Hengawê re got, Xesro roja 28 Cotmeha îsal li nêzîkî deriyê sînorî yê Kêlê, ku dikeve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li kêleka bendava Ebasava di nav otomobîla xwe de û bi tohmeta qaçaxçîtiyê ketibû kemîna hêzên Îranê. Piştî ku hêzên Îranê otomobîla wî dabûn sekinandin, ew jî girtibûn û dabûn ber guleyan û giran birîndar kiribûn. Ji wê demê ve li nexweşxanê hatibû razandin, lê îro canê xwe ji dest da. 

Wî xizmê Xesro Şerîfî da zanîn, malbata Xesro li dadgeha bajarê Seqizê gilî li hêzên ku ew kuştine, kirine.  Xesro Şerîfî zewicîbû û keçikek wî hebû.


Di vî warî de zêde bixwînin