Bane – Welatiyek ev çend roj in hatiye girtin lê nayê zanîn li ku ye

Hengaw: Li bajarê Bane li parêzgeha Kurdistanê, welatiyekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye girtin û nayê zanîn li ku ye.

28 November 2020 23:18


Hengaw: Li bajarê Bane li parêzgeha Kurdistanê, welatiyekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye girtin û nayê zanîn li ku ye.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, hêzên îtilaatê roja 25 vê mehê li bajarê Bane welatiyekî kurd bi navê Rehman Resûlî girtin.

Li gorî agahiyan, Rehman Resûlî bi tohmeta hevkarî bi yek ji partiyên Kurdistanî yên neyarên Îranê re hatiye girtin û nayê zanîn li ku ye. 

Ev çend roj in malbata wî nekariye agahiyekî li ser rewşa wî bi dest bîne.


Di vî warî de zêde bixwînin