Bav û kurên kolber ji ber teqeya Spaya Pasdarên Îranê birîndar bûne

Hengaw: Du kolberên kurd sinûrên Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqeya yekser a Spaya Pasdarên Îranê

20 May 2019 10:55


Hengaw: Du kolberên kurd sinûrên Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqeya yekser a Spaya Pasdarên Îranê birîndar bûne. Herwiha bi armanca dermankirinê jî ew herdu kolberên birîndar bo nexweşxaneya Hewlêrê hatine veguhestin.

Ligor zanyariyên gihiştine destê Dezgeha Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê îro yekşemê 19ê Gulanê 2019an hêzên çekdarî yên Îranê li sînorê Sêlwê yê Pîranşarê êrîşî du kolberên kurd kirin ku ew jî bav kur in.

Ligor zanyariyên gihiştine destê peyamnêrê Hengawê navê kolberan Nasir Husênîpûr û Mihemed Husênîpûr e.

Ew herdu kolberên birîndar bi awayekî lezgîn bo nexweşxaneya Çomanê hatine veguhestin paşê jî ji ber nelibarbûna rewşa wan a emnî bo nexweşxaneya Hewlêrê hatine veguhestin û di bin çavdêriya pizîşkanda ne.

 


Di vî warî de zêde bixwînin