Bazirganekî kurd li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya Îranê hat kuştin

Hengaw: Bazirganekî kurd yê xelkê bajarê Bane li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya Îranê ji aliyê pasdarên Îr

04 December 2020 10:25


Hengaw: Bazirganekî kurd yê xelkê bajarê Bane li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya Îranê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê otomobîla bazirganekî kurd bi navê Behzad Mihemedî dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ew bazirgan û şofêrê wî hatin kuştin. 

Roja 27 Mijdara îsal jî bazirganekî kurd yê xelkê bajarê Seqizê bi navê Siyamek Kerîmî li devera Sebzevar ya parêzgeha Xurasana Rezevî ya Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

 

 


Di vî warî de zêde bixwînin