Bi cîhkrina hêzêkî Heşdî Şebî di navber Bokan û Seqizê de

24 May 2019 11:32


Hengaw- Pişti bi cîhbûna hêzên Heşdî Şebî li Şinoyê, niha tê gotin hêzên Heşdî Şebî li navber Seqiz û Bokanê de jî hatine bi cîhkirin.

Li gor agahiyên geheştinî destê Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw, di çend rojên borî de, pitir li 100 çekdarê hêzên Heşdî Şebî bi veşartî li kempekê navberî Bokan û Seqizê de hatine bi çîhkirin.

Fermandarekî leşkerî bo peyamnêrê Hengawê ev nûçeya pêştrast kiriye û gotiye ku di çend rojên borî de pitir li sed çekdarê hêzên Heşdî Şebî bi dizî ve li Kempa girtiyên Îraqî di navberê bajarê Seqiz û Bokanê de hatine bi cîhkirin.

Li gor gotina hêzên evlehî yên Îranê ev hêza Heşdî Şebî ji bo demên awarte li vê kempê de bi cîh kiriye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin