Ciwanro – Welatiyek ku sê hefte berê ji aliyê îtilaatê ve hatibû girtin, wenda ye

Hengaw: Welatiyekî xelkê bajarê Ciwanro li parêzgeha Kirmaşanê, ku sê hefte berê hatibû girtin, nayê zanîn çi hatiye serê wî.

02 November 2020 17:56


Hengaw: Welatiyekî xelkê bajarê Ciwanro li parêzgeha Kirmaşanê, ku sê hefte berê hatibû girtin, nayê zanîn çi hatiye serê wî. 

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, welatiyekî xelkê bajarê Ciwanro bi navê Salar Xanehmedî, 3 hefte berê ji aliyê hêzên îtilaata bajêr ve hatibû girtin û derbasî Kirmaşanê hatibû kirin.

Li gorî agahiyan, heta niha nayê zanîn Salar Xanehmedî, ku bi tohmeta endamtiya PKK û YPGê hatiye girtin, li ku ye û çi hatiye serê wî.

Salar Xanehmedî 5 salan endamê PKKê bûye, çend salan jî li Kurdistana Sûriyê tevlî şerê li dijî DAIŞê bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin