Dadgeha Ormiyê 25 sal zîndan da 5 welatiyên kurd

Hengaw: 5 welatiyên kurd yên xelkê bajarê Ormiyê, ku par hatibûn girtin, nû hatin dadgehîkirin û bi sizayê zîndanê hatin mehkûmkirin.

01 December 2020 10:10


Hengaw: 5 welatiyên kurd yên xelkê bajarê Ormiyê, ku par hatibûn girtin, nû hatin dadgehîkirin û bi sizayê zîndanê hatin mehkûmkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, çend rojên borî 5 welatiyên kurd yên xelkê Ormiyê bi navên Keywan Reşozade, Kamiran Qasimî, Umîd Seîdî, Ebdulezîz Mihemedpûr û Nayîb Hacîpûr ji aliyê dadgeha Ormiyê ve û bi tohmeta têkdana ewlehiya milî ya Îranê û endamtiya Partiya Komele ya Kurdistana Îranê hatin dadgehîkirin.

Li gorî agahiyan, dadgehê li her yekê ji wan welatiyan re 5 sal zîndan birrî. 

Ew welatiyên han roja 8 Cotmeha par ji aliyê hêzên îtilaata Ormiyê ve hatibûn girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin