Di mehekê de li Kurdistanê herî kêm 17 kesan xwe kuştine

Hengaw: Di heyama mehekê de li bajarên cuda yên Kurdistanê, 17 kesan xwe kuştine ku temenê du kesan di bin 18 salan re ye.

24 November 2020 09:36


Hengaw: Di heyama mehekê de li bajarên cuda yên Kurdistanê, 17 kesan xwe kuştine ku temenê du kesan di bin 18 salan re ye. 

Li gorî amar û belgeyên ku ji aliyê dezgeha mafên mirov ya Hengawê ve hatine tomarkirin û komkirin, di heyama mehekê de (20 Cotmehê heta 20 Mijdara îsal) herî kêm 17 welatiyên kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê xwe kuştine.

Li gorî agahiyan, 10 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, zilam bûne û yên din jî jin bûne. Di nav wan de keçek û kurek di bin 18 salan re bûne. Sebeba piraniya xwekuştinan jî arîşe û nakokiyên nav malbatê bûye.

Xwekuştin li ser astê parêzgehan

Îlam: 2 kesan xwe kuştine (jinek û zilamek)
Kirmaşan: 3 kesan xwe kuştine (jinek û 2 zilam)
Sine: 8 kesan xwe kuştine (4 jin û 4 zilam)
Ormiye: 4 kesan xwe kuştine (jinek û 3 zilam)

Sebebên xwekuştinê
Pirsgirêkên nav malbatê: 6 kes (5 jin û zilamek)
Belengazî û bêkarî: 6 kes (hemû zilam in)
Nediyar: 5 kes (2 jin û 3 zilam)


Şêwazên xwekuştinê 
Daliqandin: 12 kes (5 jin û 7 zilam)
Derman: 2 kes (jinek û zilamek)
Xwe avêtin: 1 kes (jin)
Çek: 2 kes (her du jî zilam in)


Di vî warî de zêde bixwînin