Di meha Mijdara îsal de 46 welatiyên kurd hatin girtin

Hengaw: Di meha Mijdara îsal de 46 welatiyên kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî û sivîl hatine girtin.

02 December 2020 23:19


Hengaw: Di meha Mijdara îsal de 46 welatiyên kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî û sivîl hatine girtin. 

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, di meha Mijdara îsal de herî kêm 46 welatiyên kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî, sivîl, mezhebî û endamtiya partiyên Kurdistanî yên neyarên Îranê hatine girtin.

Li gorî wan raport û belgeyan, rêjeya girtinan li meha Mijdara îsal li gorî meha Cotmeha îsal %20 kêmtir bûye. 

Ji wan kesên ku hatine girtin, 37 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî û endamtiya partiyên Kurdistanî hatine girtin, 7 kes ji ber çalakiyên sivîl û 2 kes jî bi tometa çalakiyên mezhebî hatine girtin. 

Herî zêde li parêzgeha Sine hatine girtin ku 21 kes in. 13 kes jî li parêzgeha Ormiyê hatine girtin û 13 kesênd in jî li Kirmaşanê hatine girtin. 

Du kes ji wan kesên ku hatine girtin, jin bûne û yek jî di bin 18 salî re bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin