Dorpêçkirina gundekê li Rojhilatê kurdistanê ji aliyê çekdarên Îranê ve

Hengaw- Hêzên Sipaha Pasdarên Îranê bi hêceta hebûna hêzên çekdar yên Hizbeke Kurdî li nav gundê Rizabê, gund dorpêç kirine

18 June 2019 22:13



Hengaw- Hêzên Sipaha Pasdarên Îranê bi hêceta hebûna hêzên çekdar yên Hizbeke Kurdî li nav gundê Rizabê, gund dorpêç kirine û ciyayên Koselan jî dane ber topan.

Li gor agahiyên gehaştinî destê Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw, demjimêr 10 heta 11 şeva yekşemiyê 16 mehê hêzên çekdar yên Sipaha Pasdarên Îranê bi hêceta hebûna hêzên çedar yên PJAK li nav gundê Rizab girêdayî nahiya Servabadê, gund dorpêç kirine.

Li gor gotina jêderekê agahdar, hêzên Îranê ji bo demjimêrekê gund dorpêç kirine û çiyayên Koselan li derdora gund dane ber topan û di encama topbaranê de, agir berbûye deverê, lê xelkê deverê agir vemirandine.
 


Di vî warî de zêde bixwînin