Du welatiyên Mehabadî piştî 2 mehan lêpirsîn, derbasî zîndanê hatin kirin

Hengaw: Du welatiyên xelkê bajarê Mehabadê, ku du meh berê ji aliyê îstixbarata sipahê

10 November 2020 13:37

 

Hengaw: Du welatiyên xelkê bajarê Mehabadê, ku du meh berê ji aliyê îstixbarata sipahê ve hatibûn girtin, bo zîndana navendî ya bajêr hatin veguhestin. 

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 9 vê mehê du welatiyên xelkê Mehabadê bi navên Silêman Kerîmpûr û Xalid Mihemedzade, derbasî zîndana navendî ya Mehabadê hatin kirin.
Ew du welatiyên Mehabadî, xelkê gundê Xurxure bûn û roja 4 Îlona îsal û dema ku mijûlî karê çandiniyê bûn, ji aliyê îstixbarata sipaha Mehabadê ve hatibûn girtin û ji wê demê ve di lêpirsînê de bûn. 

Li gorî agahiyên ku ketine destê Hengawê, ew du kesên han bi tohmeta endamtiya partiyeka Kurdistanî ya neyara hikûmeta Îranê hatine girtin û ji wê demê ve haya malbata wan ji rewşa wan nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin