Duyemîn tohmetbarê kuştina Sadiq Bermekî hat bidarvekirin

Hengaw: Duyemîn tohmetbarê kuştina xortê Mehabadî Sadiq Bermekî hat bidarvekirin.

09 December 2020 11:21


Hengaw: Duyemîn tohmetbarê kuştina xortê Mehabadî Sadiq Bermekî hat bidarvekirin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, îro danê sibê li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê, girtiyê kurd bi navê Daniyal Dîvanî Azer, ku bi tohmeta kuştinê hatibû girtin, hat bidarvekirin.

Daniyal Dîvanî Azer, duyemîn tohmetbarê kuştina xortê Mehabadî Sadiq Bermekî bû.

Çavkaniyekî ji Hengawê re ragihand, malbata Daniyal pêr çûbûn ba wî lê ji ber ku malbata kuştî rizamendî nedabû, ew îro hat bidarvekirin. 

Tohmetbarekî din yê kuştina Sadiq Bermekî bi navê Kemal Esxerî roja 7 vê mehê hat bidarvekirin. 

Sêyemîn tohmetbarê kuştina wî xortê kurd, Daniyal Zeynul Abidîn jî îsal biharê li girtîgeha bajarê Miyandavê di bin îşkencê de hat kuştin. 

Wan her sê tohmetbaran, havîna sala 2017 hevalekî xwe bi navê Sadiq Bermekî (19 salî) kuştibûn, termê wî şewitandibûn û vîdeoya wê jî belav kiribûn. Ew her sê kes hatibûn girtin û bi sizaya qîsasê hatibûn mehkûmkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin