Endamekî encumena gundekî Kotolê di dema kolberiyê de hat kuştin

Endamekî encumena gundekî Kotolê di dema kolberiyê de hat kuştin

23:41 - 2 November 2020


Hengaw: Endamekî encumena gundekî devera Kotolê ya bajarê Xoy li parêzgeha Azerbaycana Rojava (Ormiye) di dema kolberiyê de hat kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro danê sibê (2 Mijdara 2020) endamê encumena gundê Raviyan yê devera Kotolê ya bajarê Xoy, Siyaweş Kuresinî di dema kolberiyê de li deverên sînorî yên gundê Raviyanê, ku dikeve ser sînorê Tirkiyê, ji aliyê hêzên paratina sînor yên Îranê ve hat kuştin. 

Li gorî agahiyan, Siyaweş Kuresinî xelkê gundê Raviyan û kurê Cemal bû û ji bo dabînkirina pêdiviyên malbata xwe, berê xwe dabû kolberiyê.