Endamekî Spaya Pasdarên Îranê hat kuştin

Hengaw- Endamê Spaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê Xalîd Şiwanî li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hin kesên nenaskirî va hat kuştin.

27 August 2019 09:05


Hengaw- Endamê Spaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê Xalîd Şiwanî li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hin kesên nenaskirî va hat kuştin.

Ligor raporta gihiştiye desteyê Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê êvara îro roja duşemê 26-08-2019an Endamê Spayê Pasdarên Îranê ê bi navî Xalîd Şiwanî ji aliyê gurubeka nenaskirî va hat kuştin.

Ligor zanyariyên peyamnêrê Hengawê belavkiriye Xalîd Şiwanî yek ji berpirsîn Îtlata Spaya Pasdaran bû li Pîranşarê. Herwiha otomobîla Xalîd Şiwanî li kolana Îstqlalê ya Pîranşarê hatiye gulebarankirin û di encamê da Xalîd Şiwanî hatiye kuştin.

Xalîd Şiwanî yek ji berpirsên Spaya Pasdaran ê operasyonên serbazî bû. Herwiha ligor zanyariyan rola wî di operasyonên dijî hizbên Rojhilatê Kurdistanê jî da hebûne.

Heta aniha ti hizbeka Rojhilatê Kurdistanê kuştina Xalîd Şiwanî li xwe negirtiye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin