Ev çend roj in welatiyekî Pîrnşarî ku ji aliyê îtilaatê ve hatibû girtin, wenda ye

Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Pîranşar, ku ji aliyê hêzên îtilaata wî bajarî ve hatiye girtin, wenda ye.

05 November 2020 21:39


Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Pîranşar, ku ji aliyê hêzên îtilaata wî bajarî ve hatiye girtin, wenda ye.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 2 Mijdara îsal hêzên îtilaata bajarê Pîranşar, welatiyekî kurd yê xelkê gundê Zêwe yê Pîranşar bi navê Mihemed Mehmûdî girtin.

Li gorî agahiyên Hengawê, ew welatiyê kurd bi tohmeta hevkarî bi yek ji partiyên Kurdistanî yên neyarên hikûmeta Îranê hatiye girtin.

Ji roja ku ew welatiyê kurd hatiye girtin, heta niha ti agahiyek li ser rewşa wî nîne û nayê zanîn li ku hatiye girtin. Malbata wî jî nîgeran e.
 


Di vî warî de zêde bixwînin