Fransa - 5 endamên malbateka Serdeştî di nav avê de xeniqîn

Hengaw: Di navbera Brîtanya û Fransa de, 5 endamên malbateka kurd di nav deryayê de xeniqîn.

28 October 2020 20:38


Hengaw: Di navbera Brîtanya û Fransa de, 5 endamên malbateka kurd di nav deryayê de xeniqîn.

Ajansên nûçeyan ragihandine, duhî danê sibê qayîkeka penaberan, ku 27 penaber tê de bûn, dema dixwast ji Fransa derbasî Brîtanya bibe, li kanala Manş ya di navbera Fransa û Brîtanya de ket binê avê.

Li gorî agahiyan, piraniya wan penaberan xeniqîn. Li gorî raportên ku gihîştine Hengawê, di nav penaberên ku xeniqîne, 5 kurd jî hene ku hemû endamên malbateka Serdeştî û xelkê gundê Gilîne yê Serdeştê bûn.

Navê endamên wê mabata kurd wiha ye: Resûl Îrannejad (35 salî û bav) Şîva Mihemedpenahî (35 salî û hevjîna Resûl) Anîta Îrannejad (9 salî û keça malbatê) Armîn Îrannejad (9 salî û kurê malbatê) Artîn Îrannejad (15 mehî û kurê biçûk yê malbatê) Tê gotin ku heta niha termê Artîn nehatiye dîtin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin