Girtina 5 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê

Hengaw- Di heyama çend rojên borî de herî kêm 5 welatiyên Kurd li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek Şino,

27 June 2019 16:24


Hengaw- Di heyama çend rojên borî de herî kêm 5 welatiyên Kurd li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek Şino, Ciwanro, Kamiyaran hatine desteserkirin.

li gor agahiyên geheştinî Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw,roja çarşemiyê 26 mehê Îtilaata Kamiyaranê avêtine ser mala welatiyekî Kurd bi navê Minet Rehmanî xelkê gundê Levnsadatê û xudiyê malê girtin.

Hêzên Îtilaatê di dema girtina Minet da mala wî jî geriyane û piştre Minet girtin û birne şuneke nediyar.

Di heman rojê de, se welatiyên Kurd bi navên Îsa Reşozde û Rehîm Reşozade û Hêmin Bayezîdî li bajarê Şinoyê ji alihyê Îtilaatê vê hatine girtin.

Di roja Duşemiyê 24 mehê jî hêzên Îtilaata Ciwanroyê avêtine ser gundê Milepilinganê û welatiyekî Kurd bi navê Ferdîn Mihemedzade girtine.
 


Di vî warî de zêde bixwînin