Girtina sê welatiyên kurd li Merîvanê

Hengaw- Di çend rojên borî de sê hemwelatiyên kurd li Merîvanê ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve hatine desteserkirin.

19 May 2019 18:27


Hengaw- Di çend rojên borî de sê hemwelatiyên kurd li Merîvanê ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve hatine desteserkirin.

Li gor agahiyên geheştine destê Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê êvara roja înê 17 Gulanê hemwelatiyekî kurd bi navê Dilêr Fetahzade kurê Mistefa xelkê gundê Nîyê yê Merîvanê ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

Ji aliyek din ve, roja şemiyê 18 mehê hemwelatiyekî kurd xelkê gundê Zirîwarê bi navê Nadir Ebdulazade ji aliyê Îtilaatê ve hatiye girtin.

Li gor gotina Ebdullahzade bi heceta hevkarî li gel hizbekî kurd yê dijberî Îranê ve hatiye girtin.

Li heman rojê de xwendikarekî xelkê Merîvanê bi navê Kijwan azadiyan jî hatiye girtin û tu agahiyek li ser vî berdest nînin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin