Girtiya kurd Fatme Dawend dest bi gireva birçîbûnê kir

Hengaw: Girtiya kurd Fatme Dawend, ku di xwepêşandanên payîzê de li Bokanê hatibû girtin, di girtîgehê de dest bi gireva birçîbûnê kir.

13 November 2020 13:28


Hengaw: Girtiya kurd Fatme Dawend, ku di xwepêşandanên payîzê de li Bokanê hatibû girtin, di girtîgehê de dest bi gireva birçîbûnê kir.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, girtiya kurd Fatme Dawend, ku di xwepêşandanên par payîzê de li bajarê Bokanê hatibû girtin û niha di girtîgeha Ormiyê de ye, duhî dest bi gireva birçîbûnê kir.

Wê girtiya kurd, li hember tengavkirina azadî û binpêkirina mafên wê dest bi wê çalakiyê kiriye. 

Tê gotin ku Fatme Dawend piştî ku dest bi gireva birçîbûnê kir, ji aliyê gardiyanan ve bo hucreya tek kesî hat veguhestin.

Fatme Dawend (42 salî), ku dayka sê zarokan e, roja 16 Mijdara par di xwepêşandanên bajarê Bokanê de, ku li dijî giranbûna nirxa benzînê hatibû lidarxistin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û paşê derbasî girtîgeha Ormiyê hatibû kirin. 

Girtiya han bi tohmeta ku pergal û asayişa giştî xira kiriye, bi 5 meh zîndan û 30 qamçiyan hatibû sizadan. 

Ew girtiya kurd, di dosyayeka din de jî û bi tohmeta hewla xirakirina asayişa netewî, bi 5 sal zîndan hatibû mehkûmkirin lê paşê sizayê wê daketibû 3 sal û 9 mehan. 

Li gorî qanûnên Îranê, eger girtiyek li ser çend dosyeyan were dadgehîkirin, sizaya herî zêde dikşîne. Fatme Dawend jî tenê sizaya 3 sal û 9 mehan dê bikşîne.


Di vî warî de zêde bixwînin