Girtiyê siyasî yê kurd Seyîd Emîr Tahiriyan bi şert hat berdan

Hengaw: Girtiyekî siyasî yê xelkê bajarê Mehabadê, ku çar sal sizayê xwe li girtîgeha Nexedê derbas kir, bi şert hat berdan.

12 November 2020 18:42


Hengaw: Girtiyekî siyasî yê xelkê bajarê Mehabadê, ku çar sal sizayê xwe li girtîgeha Nexedê derbas kir, bi şert hat berdan.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 10 vê mehê, girtiyê siyasî yê kurd Seyîd Emîr Tahiriyan, ku xelkê bajarê Mehabadê ye, piştî derbaskirina beşek mezin ji sizayê xwe yê girtinê, bi şert hat berdan. Tahiriyan 46 mehan di girtîgeha bajarê Nexedê de bû. Hîn salek û 8 meh sizayê wî maye. 

Seyîd Emîr Tahiriyan (38 salî), zivistana sala 2016 ji aliyê îtilaata bajarê Pîranşarê hatibû girtin û li Mehabadê rastî lêpirsîn û îşkenceya tund hatibû. 

Ew girtiyê han, bi tohmeta casûstî bo Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, bi 5 sal û 6 meh zîndan hatibû mehkûmkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin