Girtiyekî kurd li Mehabadê hat bidarvekirin

Hengaw: Xortekî kurd yê xelkê bajarê Mehabadê, ku bi tohmeta kuştinê hatibû girtin, hat bidarvekirin.

07 December 2020 14:46


Hengaw: Xortekî kurd yê xelkê bajarê Mehabadê, ku bi tohmeta kuştinê hatibû girtin, hat bidarvekirin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, îro danê sibê (7 Kanûna 2020) xortê kurd yê bi navê Kemal Esxerî, ku bi tohmeta kuştinê hatibû girtin, li nav girtîgeha bajarê Mehabadê de hat bidarvekirin.

Kemal Esxerî û du hevalên xwe bi navên Daniyal Dîvanî Azer û Daniyal Zeynul Abidîn roja 22 Îlona sala 2017, hevalekî xwe bi navê Sadiq Bermekî (22 salî) kuştibûn, termê wî şewitandibûn û dîmenên wê jî belav kiribûn.

Ew her sê xortên han ji aliyê dadgeha Mehabadê ve bi îdamê hatin mehkûmkirin. Tohmetbarekî din yê wê dosyê jî bi 10 sal zîndan hat mehkûmkirin. 

Daniyal Zeynul Abidî ji girtîgeha Mehabadê sirgûnê girtîgeha bajarê Miyandavê hatibû kirin û li wir di bin îşkencê de hatibû kuştin.

Tohmetbarê din yê wê dosyê, Daniyal Dîvanî Azer jî dê roja 9 vê mehê were bidarvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin