Girttina sê welatiyên Kurd li bajarê Urmiyê

Hengaw- Îtilaata Urmiyê di çend rojên borî de sê welatiyên Kurd li bajarên Şino û Makûyê, desteser kirine.

20 June 2019 10:15


Hengaw- Îtilaata Urmiyê di çend rojên borî de sê welatiyên Kurd li bajarên Şino û Makûyê, desteser kirine.

Li gor agahiyên geheştinî destê Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw, hêzên Îtilaata Urmiyê roja sêşemiyê 18 mehê welatiyekî Kurd bi navê Hemîd Bilixkanlû xelkê Makûyê girtine û ji bo şûneke nediyar birine.

Hat zanîn ku Hemîd bi hêceta hevkarîkirin li gel hizbekî Kurd yên dijberî rejîma Îranê ve hatiye girtin û beriya du salan jî Hemîd bi haman hêcetê hatibû girtin.

Ji aliyek din ve roja yekşemiyê 16 mehê jî hêzên Îtilaata Urmiyê du welatiyên Kurd xelkê Şinoyê bi navên Adil Salimferd û Cibraîl Salimferd desteser kirine.

Du welatiyên xelkê Şinoyê jî bi hêceta hevkarîkirin li gel hizbekî Kurdî hatine girtin.

Li gor agahiyan, Cibraîl piştî çend demjimêran serbest kirine lê heta niha tu agahî li ser Adil ber dest nînin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin