Hêzên Tirkiyê li Ormiyê kolberek kuştin û yek jî birîndar kirin

Hengaw: Li deverên sînorî yên parêzgeha Ormiyê kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

01 November 2020 12:55


Hengaw: Li deverên sînorî yên parêzgeha Ormiyê kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duhî danê sibê li parêzgeha Ormiyê û li ser sînorê Tirkiyê, du kolberên kurd ku her du jî birayên hev bûn, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin gulebarankirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî birîndarbû. Ewê birîndar birin nexweşxaneya bajarê Colemêrgê yê Kurdistana Tirkiyê.
Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Muhsin Qasimî (24 salî) ye û navê yê birîndar jî Muslih Qasimî (21 salî) ye. Her du jî xelkê gundê Kurane yê Ormiyê ne.
 


Di vî warî de zêde bixwînin