Îlam- Keçek hatiye qetilkirin

Hengaw-Keçekê ciwan li nahiya Pehlê ya ser bi Dihloranê bi destê birayê xwe hatiye kuştin.

07 May 2019 23:21

 

Hengaw-Keçekê ciwan li nahiya Pehlê ya ser bi Dihloranê bi destê birayê xwe hatiye kuştin.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, êvara şemiyê 4 Gulana 2019an keçeke xelkê nahiya Pehlê ya ser bi bajarê Dihloranê li parêzgeha Îlamê de bi destê birayê xwe hat kuştin.

Li gor agahiyên peyamnêrê Hengawê, keça 29 salî bi navê Meriyem Bextiyarî piştî ku ji aliyê birayê xwe ve hatiye darvekirin  û canê xwe ji dest daye, hatiye  şerjêkirin.

Hat zanîn ku Mistefa birayê Meryemê xwişka xwe ji ber arîşeya komeleyatîyê kuştiye lewre li gor îddîayan beriya du salan Meryemê li gel kurekî peywendî hebûye û wî kurî bi Meryemê re zewac nekiye lewra Meryem hatiye kuştin.

Li gor agahiyan gêhiştine Hengawê birayê Meryem Bextiyatî, Mistefa Mistefa Bextiyarî li xwe mikur hatiye û îro xwe radestî polîsan kiriye.


Di vî warî de zêde bixwînin