Îro roja rêlibergirtina xwekuştinê ya cîhanê ye û di 8 mehan da 190 kesî xwekuştiye

Hengaw: Îro 10-09-2019an weke roja rêlibergirtina xwekuştinê ya cîhanê hatiye ragihandin. Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê bi wê armanc

10 September 2019 22:16


Hengaw: Îro 10-09-2019an weke roja rêlibergirtina xwekuştinê ya cîhanê hatiye ragihandin. Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê bi wê armancê amara xwekuştinê belav kir.

Ligor amarên Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê tomarkirine di destpêka sala 2019an heta 10ê Îlonê bekêmanî 190 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dawî bi jiyana xwe anîne û navên wan li Navenda Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê hatiye tomarkirin.

Ligor amarên Hengawê her mehê 23 kesî li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştiye. Herwiha ji 190 kesî yê xwe kuştiye 93 kes jê jin in û 97 kes jê jî zilam in.

Herwiha ji 44 kes ê ku xwe kuştine temenê wan di bin 18 salan da bûne. Herwiha 25 kes jê keç û 19 kes jî kur bûne.
 


Di vî warî de zêde bixwînin