Ji ber şerê gundê Zerdoyî yê Pawe çend kes hatin girtin

Hengaw: Çend kesên xelkê gundê Zerdoyî yê nahiya Bayîngan ya Bawe ji ber şer û pevçûna di navbera wan û hêzên polîs de hatin girtin.

12 November 2020 16:02


Hengaw: Çend kesên xelkê gundê Zerdoyî yê nahiya Bayîngan ya Bawe ji ber şer û pevçûna di navbera wan û hêzên polîs de hatin girtin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 10 vê mehê herî kêm 10 kesên xelkê gundê Zerdoyî yê nahiya Bayîngan ya bajarê Pawe ji ber şer û pevçûna ku çend roj berê di navbera wan û hêzên polîs de derketibû, bangî îtilaata Pawe hatin kirin.

Li gorî agahiyan, 5 kes ji wan hatin girtin. Yên ku hatine girtin, ev in: Bîlal Babayî (qaymeqamê gund), Bêhnam Weysî, Yasir Heyderî, Ehmed Biyabanî û Simko Heyderî. Simko Heyderî heman rojê bi danîna wesîqe hat berdan. 

Kesekî xelkê gundê Zerdoyî, ku nexwast navê wî were ragihandin, ji Hengawê re ragihand, 5 kesên din jî bi navên Qadir Ezîzî, Helale Ezîzî, Dinya Ezîzî, Kofiye Heyderî û Zehra Heyderî jî bi danîna kefîl û wesîqe hatin berdan.

Roja pêncşema borî, hêzên polîs bo zeftkirina hesp û hêstirên xelkê gundê Zerdoyî, yên ku kolberiyê dikin, çûbûn gund lê rastî bersiva gundiyan hatibûn û di navbera wan û gundiyan de şer û pevçûn derketibû.


Di vî warî de zêde bixwînin