Kamiyaran- Sê mehe çarenivîsa du girtiyên kurd nediyare

Hengaw- Se meh li ser girtina du welatiyên kurd li bajarê Kamyaranê derbas bûye lê heya niha çarenivîsa wan girtiyan nediyare.

27 May 2019 11:40


Hengaw- Se meh li ser girtina du welatiyên kurd li bajarê Kamyaranê derbas bûye lê heya niha çarenivîsa wan girtiyan nediyare.

Li gor agahiyên geheştine desteya Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê sê meh bi ser girtina du welatiyên kurd li bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlehî va derbas bûne li heya niha kes nizane ka çarenivîsa wan girtiya çiye.

Jêderekî li Kamiyaranê ji bo peyamnêrê Hengawê diyar kiriye ku Basim Moradî û Kosar Behramî beriyan sê mehan bi hêceta hevkarî li gel hizbeka kurd yên dijberî Îranê ve hatine girtin û heya niha çarenivîsa wan diyar nîne.
 


Di vî warî de zêde bixwînin