Karkerekî xelkê Sine li Silêmaniyê canê xwe ji dest da

Karkerekî xelkê Sine li Silêmaniyê canê xwe ji dest da

09:56 - 10 December 2020


Hengaw: Karkerekî xelkê bajarê Sine li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Krudistanê di dema kar de canê xwe ji dest da.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, duhî li bajarê Silêmaniyê xortekî kurd bi navê Kawe Weysî, ku bo kar çûbû wir, di dema kar canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ew xortê kurd ku xelkê bajarê Sine bû, di dema rengkirina dîwarekî bilind de li taxa Çarçira ya Silêmaniyê, bi elektirîkê canê xwe ji dest da.