Kirmaşan- Jinekê xwe kuştiye

Hengaw: Li bajarê Kirmaşanê jinekê ji ber kêşeyên malbatî û nakokî legel hawjînê xwe dawî li jiyana xwe aniye.

17 May 2019 14:29


Hengaw: Li bajarê Kirmaşanê jinekê ji ber kêşeyên malbatî û nakokî legel hawjînê xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Ligor zanyariyên gihêştine destê Dezgeha Mafên Mirov a Hengewaê êvara çarşemê 15ê Gulanê jineke bi Zînet Keremî li bajarê Kirmaşanê xwe kuştiye.

Peyamnêrê Hengawê li Kirmaşanê aşkere kiriye jina xwe kuştiye Zînet Keremî 26 salî bûye û kurekî wê jî heye.

Herwiha li gor zanyariyên peyamnêrê me Zînet Keremî ji ber kêşeyên malbatî û nakokiyên ligel hevjînê xwe derman xwariye û dawî li jiyana xwe anîye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin