Kirmaşan - Li Newsûd du kolber bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûn

Hengaw: Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, du kolber di êrişa hêzên parastina sînor yên Îranê de hatin birîndarkirin.

26 November 2020 11:17


Hengaw: Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, du kolber di êrişa hêzên parastina sînor yên Îranê de hatin birîndarkirin. 

Li gorî raportên ku gihîştine destê dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duhî li devera Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê, hêzên parastina sînor yên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber birîndar bûn. Yek ji wan kolberan xelkê bajarokê Kamyaran bi navê Umîd Rehîmî û yê din jî xelkê bajarê Ciwanro bi navê Riza Yûsifî bû. 

Tê gotin ku birînên wan kolberan giran in û niha li nexweşxaneya bajarê Pawe tên dermankirin.


Di vî warî de zêde bixwînin