Kirmaşan – Li Newsûd du kolber di êrişa pasdaran de birîndar bûn

Hengaw: Li devera sînorî ya Newsûd ya bajarê Pawe, du kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin birîndarkirin.

09 December 2020 11:17


Hengaw: Li devera sînorî ya Newsûd ya bajarê Pawe, du kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, duhî pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd ya parêzgeha Kirmaşanê, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Emîr Îlahî xelkê bajarê Selas Bawecanî birîndar bû. 

Roja 5 vê mehê jî li heman deverê kolberekî kurd bi navê Umîd Ehmedî, xelkê bajarê Ciwanro, ji aliyê pasdarên Îranê ve hat birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin