Kirmaşan – Li Newsûd kolberek bi guleya pasdaran birîndar bû

Hengaw: Li devera Newsûd ya parêzgeha Kirmaşanê, kolberek bi guleya pasdarên Îranê birîndar bû.

26 November 2020 10:36


Hengaw: Li devera Newsûd ya parêzgeha Kirmaşanê, kolberek bi guleya pasdarên Îranê birîndar bû.

Li gorî raportên ku gihîştine Hengawê, duhî pasdarên Îranê li derdora nahiya Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di encama wê gulebaranê de kolberekî xelkê gundê Noryaw bi navê Darûş Weledbeygî giran birîndar bû. 

Kolberê birîndar bo dermankirinê birin nexweşxaneya bajarê Pawe.


Di vî warî de zêde bixwînin